Qaymeqamê nahyaye Axceler a navçeya Çemçemal a Silêmaniyê ji Rûdawê re ragihand, îro Şemiyê bi firokeyên bê firokevan êrîşî baregeha PKKê ya li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê hat kirin, 4 kesan canê xwe ji dest dan.
Qaymeqamê Axcelerê Hêmin Behcet got, “Du firokeyên bê firokevan îro Şemiyê piştî saet 9ê sibehê sînorê gundê Tuteqel bombebaran kiriye û baregeha PKKê kiriye armanc. Her wiha dronan li otomobîlekê jî dane û 4 kesên di otomobîlê de canê xwe ji dest dane, li gor zanyariyan du ji wan xelkê gundê sînor in û du ji wan kesan jî gerîlayê PKKê ne.”
Hêmin Behcet anî ziman, “Cenazeyên her çar kesan ji bo lêkolîn û tespîtkirina nasnameyan birin pizîşkiya dadwerî.”
Nahyeya Axcelerê a girêdayî navçeya Çemçemal a Silêmaniyê 35 kîlometre dûrî navenda navçeyê ye.
Welatiyekî gundê Tuteqel ji Rûdawê re ragihand, îro danê sibê dronan derdora gund bombebaran kirin û pişt re “li otomobîleke PKKê xistin û kuştî hene”.