Silêmaniyê da zanîn, hêzên ewlehiyê lêkolînan dikin û rê nadin rojnamevan derbasî cihê bûyerê bibin.
Li gorî agahiyên peyamnêrê me, teqîn li ber navenda dayîna vîzeya Tirkiyê rû daye.
Berdevkê Polîsê Silêmaniyê Serkewt Ehmed ji K24ê re ragihand, destpêkê hêzên polîs çûne cihê bûyerê, lê piştre hêzên ewlehiyê hatin û ji wan re gotin ku ev bûyereke ewlehiyê ye û ew ê lêkolînê dikin.