Li Şingalê otomobîleke ku sê ket tê de bûn ji aliyê droneke Tirkiyeyê ve hat bombebarankirin.
Li nêzî Şengalê wesayîtek hate hedefgirtin. Fermandarê Asayîşa Êzidiyan diyar kir ku di wesayîtê de 3 kes tê de bûn.
Welatiyekî bajarê Şingalê ku nêzikî bûrerê bû ji ajansa Rûdawê re ragihand, "Li nêzîkî xaleke kontrolê ya di navbera Şingal û Tel Qesabê de otomobîlek ji aliyê balafirê ve hat hedefgirtin, 2 kesên ku ji otomobîlê hatin hatin peyakirin birîndar bûn."
Li aliyê din, Fermandeyê Asayişa Êzdixanê yê Şingalê Heyder Şeşo: “Ew otomobîla YBŞyê ya ser bi PKKyê bû û du zilam û jinek tê de bûn.”
Heyder Şeşo da zanîn ku her du kes birîndar bûne ew rakirine nexweşxaneyeke Mûsilê û "Jina ku ne ji herêmê ye bi saxî xilas bû."