Mesrûr Barzanî: Brîtanya hevpareka bihêz a Herêma Kurdistanê û Îraqê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Akademiya Serbazî ya Şahane ya Sandhurstê li Brîtanyayê dike û radigehîne, “Brîtanya hevpareka bihêz a Herêma Kurdistanê û Îraqê ye”.

22.01.2024, Pts - 06:09

Mesrûr Barzanî: Brîtanya hevpareka bihêz a Herêma Kurdistanê û Îraqê ye
Nuçe Belav bike

Serokwezîr Mesrûr Barzanî vîdyoya serdana xwe ya ji bo Akademiya Serbazî ya Şahane ya Sandhurstê li Brîtanyayê li ser tora civakî ya Instagramê parve kiriye û li ser nivîsiye, “Brîtanya hevpareka bihêz a Herêma Kurdistanê û Îraqê ye”.

Herwesa nivîsiye, “Di serdana min a ji bo Akademiya Serbazî ya Şahane ya Sandhurstê de, giringiya arîkariyên Brîtanyayê ji bo çaksaziyên Pêşmergeyan hat bira min”.

Ji destpêka şerê DAIŞê were, Brîtanyayê hejmareka şêwirmendên serbazî li Herêma Kurdistanê binecih kiriye, ku meşq û rahênanan bi hêzên Pêşmergeyan dikin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 233 kes dît.
Rojanekirina Dawî:05:01:03
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x