Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 05.03.2025) bi helkeftina salvegera serhildana sala 1991ê ya xelkê Herêma Kurdistanê peyamek parve kir û amaje daye, “Ez gerimtirîn pîrozbahî li tevaya Kurdistaniyan û xasma jî Pêşmergeyên qehreman û binemalên serbilind ên şehîdan dikim.”
Mesrûr Barzanî tekez jî kiriye, “Îro ku em vê serhildana mezin û şkodar li bîr tînin, ji her demekê zêdetir pêdivîtiya me bi yekrêzî û hevhelwestiyê li ser berevanîkirina ji qewareya destûrî û dezgehên qanûnî û destûrî yên Herêma Kurdistanê û wan destkeftiyên bi xebat û qurbanîdan û canfedayîya Pêşmergeyên qehreman û xwîna geş a şehîdên me yên serbilind bi dest ve heye, ku mistehîl e xelkê Kurdistanê di bin çi givaştin û gefekê de destan ji mafên xwe yên rewa berde.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê herwesa gotiye, “Yek ji serweriyên mezin ên gelê Kurdistanê ku herdem cihê şanaziya me ye serhildana seranserî ya gelê Kurdistanê ye, ku tevaya pêkhateyên gelê me tevlî wê bûn û ji encamê yekrêzî û hevgirtina gelê Kurdistanê û hêz û aliyên Kurdistanî me karî Herêma Kurdistanê ji stem û dagirkirinê azad bikin û ji encamê hilbijartineke azad û demokrasî jî, Perleman û Hikûmeta Herêma Kurdistanê peyda bûn.”