Mesrûr Barzanî: Pêwîstiya Iraqê bi hikumranî û birêvebirineke baş û dadperwerane heye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 5ê Gulanê pêşwazî li şandeyeke Encûmena Nûneran a Iraqê kir ku ji endamên Komîteya Aborî, Pîşesazî û Bazirganiyê pêk dihat.

05.05.2025, Pts - 17:42

Mesrûr Barzanî: Pêwîstiya Iraqê bi hikumranî û birêvebirineke baş û dadperwerane heye
Nuçe Belav bike

Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de tekezî li ser girîngiya pêşxistina hemahengî û hevkariyê di navbera Herêma Kurdistanê, Encûmena Nûneran û Hikûmeta Federal de hat kirin. Bi taybetî hat destnîşankirin ku divê piştgirî li wan projeyasayan were kirin ku di berjewendiya hemû welatî û pêkhateyên Iraqê de ne.

Di beşeke din a gotûbêjan de, hat tekezkirin ku pêwîst e azadiya danûstandina bazirganî û liv û tevgera kelûpelan di navbera hemû navçeyên Iraqê de hebe û her cure astengî û berbestên li pêşiya vê yekê werin rakirin.

Herwiha gotûbêj Derbarê girîngiya “Projeya Rêya Geşepêdanê” û girêdana welatên Kendavê, Iraq û Herêma Kurdistanê bi Tirkiye û Ewropayê re bi rêya xeta hesinî hatin kirin. Di vê çarçoveyê de hat tekezkirin ku divê Herêma Kurdistanê û hemû herêm û pêkhateyên Iraqê di vê projeya girîng de beşdar bin û jê sûd werbigirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di civînê de dûpat kir, pêwîst e rêz li sîstema federalî û destûra Iraqê were girtin ku maf û erkên her aliyekî destnîşan kiriye.”

Serokwezîr herwiha amaje bi wê yekê kir ku "Iraq ji aliyê madî û mirovî ve welatekî dewlemend e û xwedî pêgeheke jeopolîtîk a girîng e. Tenê pêdiviya wê bi rêveberî û îdareyeke baş û dadperwer heye ku rêz li mafên hemû herêm û tevahiya pêkhateyên Iraqê bigire.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 110 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:04:23
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x