Nêçîrvan Barzanî dê serdana Silêmaniyê bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hevdîtina bi Bafil Talebanî, Selahedîn Behadîn û Elî Bapîr re dê serdana Silêmaniyê bike

21.05.2022, Cts - 07:07

Nêçîrvan Barzanî dê serdana Silêmaniyê bike
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo hevdîtina bi Bafil Talebanî, Selahedîn Behadîn û Elî Bapîr re dê serdana Silêmaniyê bike.

Şêwirmendê Serokê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro Şemiyê ji Rûdawê re ragihand, "Serok Nêçîrvan Barzanî sibe Yekşemê dê serdana Silêmaniyê bike û beşdarî merasima derçûna 16emîn dewreya serbazî ya Qelaçolanê bibe."

Dilşad Şehab diyar kir, piştî merasima derçûnê, Nêçîrvan Barzanî dê bi hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behaedîn, Emîndarê Giştî yê Civaka Dadweriya Kurdistanê Elî Bapîr û çend aliyên siyasî yên Silêmaniyê re bicive.

Şehab li ser girîngiya serdana Nêçîrvan Barzanî bo Silêmaniyê got, “Ev serdan gelek girîng e û dê bandoreke wê ya mezin hebe li ser helandina qeşaya di navbera aliyên siyasî û bidawîanîna nakokiya siyasî ya li Herêma Kurdistanê.”

Dilşad Şehab her wiha destnîşan kir, Serokê Herêma Kurdistanê li ser yekrêzî û birêxistina nav mala Kurdistanê û nêzîkkirina aliyên siyasî ye.

RUDAW
Vî nûçeyê tevayî: 599 kes dît.
Rojanekirina Dawî:20:50:02
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x