Balyozê Îranê yê Bexdayê Mihemed Kazim Al Sadiq ji medyaya Îranê re ragihand ku Nêçîrvan Barzanî dê here Tehranê.
Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê dê di navbera 18 û 19ê Gulanê de Konferansa Diyalogê ya Tehranê li dar bixe.
Mihemed Kazim Al Sadiq diyar kir ku Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên jî hatiye vexwendin.
Serokê Navenda Lêkolînên Siyasî û Navneteweyî ya Wezareta Karên Derve ya Îranê Seîd Xetîbzade got ku ji 53 welatên cîhanê şande hatine vexwendin da ku tev li konferansê bibin.
Nêçîrvan Barzanî 30ê Tîrmeha 2024an jî çûbû Tehranê û beşdarî merasîma sondxwarinê ya Serokkomarê Îranê Mesûd Pizişkiyan bûbû.
Nêçîrvan Barzanî her wiha destpêka Gulana 2024an jî çûbû Tehranê û bi Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî, serokkomarê wê demê Îbrahîm Reîsî û Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf re civiyabû.
Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî 22yê Gulana 2024an ji bo sersaxiya Îbrahîm Reîsî çûn Tehranê.