Nêçîrvan Barzanî: Fransa di demên zehmet de bi Herêma Kurdistanê re bû

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got ku wî bi Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Neol Barrot re "gotûbêjeke berfireh û berhemdar" kiriye.

24.04.2025, Per - 09:37

Nêçîrvan Barzanî: Fransa di demên zehmet de bi Herêma Kurdistanê re bû
Nuçe Belav bike

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Neol Barrot li Hewlêrê civiyan.

Piştî hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî û Jean-Noel Barrot konferanseke çapemeniyê ya hevbeş li dar xist.

Nêçîrvan Barzanî, di konferansa çapemeniyê got, "Em dostanî û pêwendiyên dîrokî yên Fransayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê bilind dinirxînin."

Serokê Herêma Kurdistanê ragihand, "Em tekezî li ser pabendiyê ji bo pêşxistina pêwendiyan û firehkirina hevkariya hevbeş di hemû waran de dikin, bi taybetî di xurtkirina aramî û ewlehî û hevkariya aborî û çandî û warên din de jî."

Nêçîrvan Barzanî ev konferansa rojnamegerî wek derfetek dît û got:

"Em spasî û pêzanîna xwe ya kûr ji bo Fransa û cenabê Serok Macron ducare dikin, ji bo piştgiriya wan a berdewam a Îraq û gelê Kurdistanê, bi taybetî di demên zehmet de.

Em li hêviya hevkarî û hevahengiya di navbera me de ne ji bo xizmetkirina aştî û pêşketinê li herêmê."

"Hikûmetê zû ava bikin û paşeroja Herêma Kurdistanê misoger bikin"

Li aliyê din, Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Neol Barrot spasiya pêşwaziyê kir û got ku ev serdana Hewlêrê nîşana pêwendiyên bihêz ên di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de ye.

Derbarê avakirina Hikûmeta Kurdistanê jî Barrot got, "Em handan didin ku hûn di demeke kurt de hikûmetê pêk bînin û paşeroja Herêma Kurdistanê misoger bikin."

Jean Noel Barrot hêvî kir ku "dostaniya di navbera Fransa û Herêma Kurdistanê de xurttir bibe."

 

Vî nûçeyê tevayî: 102 kes dît.
Rojanekirina Dawî:13:20:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x