Nêçîrvan Barzanî: Peymana 11ê Adarê bûye qonaxeke dîrokî

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Peymana 11ê Adarê bûye qonaxeke dîrokî û girîng a xebata gelê Kurdistanê.

11.03.2025, Sal - 13:58

Nêçîrvan Barzanî: Peymana 11ê Adarê bûye qonaxeke dîrokî
Nuçe Belav bike

Hikûmeta Beasê dema sala 1968an hat ser desthilatê hewl da ku bi Kurdan re li hev bike.

Di encama gotûbêjên di navbera hikumeta Beasê û Kurdan de -wê demê Mele Mistefa Barzanî serokatî dikir- peymana 11ê Adarê hat ragihandin.

Ev peyman ji 15 xalan pêk dihat, piştî du salan gotûbêj hatin kirin 11ê Adara 1970yî ji aliyê serokkomarê Îraqê yê wê demê Ehmed Hesen Bekir ve li Bexdayê hat xwendin.

Xala herî girîng peymanê naskirina mafê otonomiyê yê Başûrê Kurdistanê bû, her wiha hat qebûlkirin ku zimanê Kurdî li dibistanan bê xwendin.

Ev cara yekem bû ku hikumeta Îraqê bi awayê fermî ev maf dan gelê Kurd.

Nêçîrvan Barzanî li ser girîngiya vê peymanê got, “Paymana 11ê Adarê bingeha yasayî ji bo destkeftên me yên niha darişt, bi awayekî ku ti desthilata Îraqê nikare careke din înkariyê li mafên me bike.”

Barzanî xwest ku hemû hêzên siyasî yên Kurdistan û Îraqê pend ji vê ezmûnê ji vê peymanê wergirin.

“Yekrêzî û tebayî misogeriya rastîne ye”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya bi boneya 11ê Adarê wiha ye:

“Em 55 saliya peymana 11ê Adara 1970yî bi bîr tînin ku bi rêberiya Barzaniyê Nemir, bûye xala serdemek û qonaxeke dîrokî û girîng a xebata gelê Kurdistanê û yekem belgenameya fermî ya pejirandina beşek ji mafên wê yên rewa.

Paymana 11ê Adarê her wiha bingeha yasayî ji bo destkeftên me yên niha darişt, bi awayekî ku ti desthilata Îraqê nikare careke din înkariyê li mafên me bike.

Em di vê bîranîna birûmet de rêzê lê bîranîna wan cangoriyan dikîn ku bi navê azadî û mafên gel û niştimanê da canên xwe gorî kirin.

Em silavan li malbatên serbilind ên şehîdan, li Pêşmergeyên qehreman û gelê Kurdistanê bi hemû pêkhatên wê ve dikin.

Peymana 11ê Adarê, mînaka çareseriyeke dadperwerane ya li ser bingeha lihevtêgihiştin û dan û standinê bû.

Lê belê paşê desthilata Îraqê jê paşgez bû û di encamê de çendîn deh sal in gengeşe û şer pêk hatin ku ji bilî li êş û azarê tiştekî din ji bo Îraqê neanîn.

Îro jî Îraq hîn jî baca pêdagirnebûna wê peymanê ya li ser bingeha hevbeşiya rasteqîne û mafên destûrî yên hemû pêkhateyên wê dide.

Wane û ezmûnên dîrokê vê nîşan didin ku eger tenê li rêya demokrasiyê ku ew jî diruşma şoreşê bû, rêzgirtina li berfirehî, karên hevbeş û pejirandina dadperwerî û wekheviya li navbera hemûyan de nebê aramî jî pêk nayê.

Yekrêzî û tebayî misogeriya rastîne ye ji bo parastina destkeftên me yên destûrî û paşeroja nevî û nifşên me.

Ji bo wê yekê em daxwazê ji hemû hêzên siyasî yên Kurdistan û Îraqê dikîn ku pend ji vê ezmûnê wergirin û ji bo pejirandina federalîzm, parastina mafên hemû pêkhateyên Îraqê û bihêzkirina pêkvejiyana aştiyane bi ruh û giyana berpirsiyariya niştimaniyane bi hev re kar bikîn.

Paşeroja Îraqê di bicihkirina destûrê, bihêzkirina hevbeşiya rasteqîne û binyatnana welatekî de ye ku asayîş, aramî û dadperwerî tê de destbilind be.

Her bi rûmet be bîranîna peymana 11ê Adarê...

Silav li ruh û giyanê pa kê şehîdan be.”

 

Vî nûçeyê tevayî: 133 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:12:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x