Nêçîrvan Barzanî şandeya wezareta derveyê Almanya pêşwazîkir

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel û şanda pê re kir û ji ber piştgirî û alîkariyên di şerê dijî terorê de spasiya Almanyayê kir.

08.12.2022, Per - 07:19

Nêçîrvan Barzanî şandeya wezareta derveyê Almanya pêşwazîkir
Nuçe Belav bike

Doh Çarşemê 7ê Kanûna 2022an li bajarê Hewlêrê Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Berpirsê Karûbarên Rojhilata Navîn li Wezareta Derve ya Almanyayê Tobias Tunkel û şanda pê re kir ku ji Balyozê Almanyayê yê li Bexdayê Martin Jaeger û Konsulê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê Klaus Streicher pêk hatibû.

Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê hevdîtinê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Li gor daxuyaniyê, di civînekê de têkeliyên Almanya yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa navçeyê bi giştî, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, herwiha têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê bi welatên cîran re hatin gotûbêjkirin.

Serok Nêçîrvan Barzanî di civînê de spasiya alîkariyên leşkerî û mirovî yên Almanyayê yên bo Herêma Kurdistanê di şerê dijî terorê de kir û behsa serdana xwe ya vê dawiyê ya bo Bexdayê û hevdîtinên xwe yên bi berpirsên pilebilind ên Iraqê re kir.

Rayedarê Alman, Tobias Tunkel jî di hevdîtinê de ji Serokê Herêma Kurdistanê ra behsa armanc û bernameya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê û navçeyê kir û xwesteka welatê xwe ji bo berdewamiya hevkarî û piştevaniya Iraq û Herêma Kurdistanê û çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de nîşan da.

Rewşa ewlekarî ya deverê bi giştî, rewşa koçber û penaberan û dabînkirina şert û mercên ku bikaribin bo ser war û cîhên xwe vegerin, û cîbicîkirina Rêkeftina Şingalê, hin mijarên din bûn ku di civînê de hatin gotûbêjkirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 388 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:48:09
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x