Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku civîn doh li Hewlêrê hatiye kirin û Mezlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî li ser "yekrêzî û aramiya Kurdên Sûriyeyê" hevnêrîn in.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan tekezî li ser "pêwistiya yekrêzî û aramiya di nav hêz û aliyên Kurdan ên Sûriyeyê de" kiriye.
Serokatiyê daxuyand ku “rûdanên dawî û rewşa Sûriyeyê, pêwendiyên HSD û aliyên siyasî yên Kurdên Sûriyeyê yên li gel hikûmeta Sûriyeyê” hatine nirxandin û wan derbarê “metirsiyên terorê û têkoşîna li dijî DAIŞê” bîr û ra bi hev guhertine.
Mezlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî diyar kiriye ku girîng e Kurd û hemû pêkhateyên Sûriyeyê beşdarî desthilat û birêvebirina Sûriyeyê bibin û mafên tevan werin misogerkirin.
Her wiha ew li ser “karên hevbeş û karkirina bihevre ya pêkhateyên Sûriyeyê ya ji bo parastina aramiyê û têkoşîna li dijî metirsî û pirsgirêkan hevnêrîn bûn.”
Mezlûm Ebdî û Nêçîrvan Barzanî yekrêzî û aramiya di nav hêz û aliyên Kurd ên Sûriyeyê de wekî garantiyeke ji bo bidestxistina daxwaz û mafên rewa yên Kurdan nirxandiye.
Li hêla din, rewşa Kampa Holê û rola Koalîsyonê ya li Sûriyeyê jî mijarên din ên civînê bûn.
Divê were gotin ku Hevseroka Daîreya Têkîliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed jî li civînê hazir bû.