Serok Mesûd Barzanî roja 3ê Adarê bi şandeke hevbeş a sê partiyên Bakurê Kurdistanê re civiyabû, ku ji Serokê PWKê Mustafa Ozçelîk, Serokê PSKê Bayram Bozyel, Serokê HAK-PARê Duzgun Kaplan pêk hatibû.
Derbarê civîna bi Serok Barzanî, banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan, pêvajoya nû ya aştiyê de, Serokê PWKê Mustefa Ozçelîk ji ajansa K24ê re got: “Em Serok Mesûd Barzanî ne tenê wek Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê dizanin, lê em cenabê wî wek lêvegereke Neteweyî bo hemû Kurdên cîhanê dibînin. Herwiha cîhan jî Serok Barzanî wek lêvegereke Neteweyî dibîne, ji ber wê me sê partiyên Bakurê Kurdistanê PWK, PSK û HAK-PARê xwast em nêrîn, têbîn û pêşniyarên Serok Barzanî derbarê pêvajoya nû ya aştiyê de bizanibin.”
Ozçelîk da zanîn: “Di hevdîtina bi Serok Barzanî re, me behsa xebatên partiyên xwe wek PWK, PSK û HAK-PARê kir û me got ku em daxwaz dikin ku li Bakurê Kurdistanê kar û xebat li ser hişmendiyeke neteweyî ya Kurdî bikin û em dixwazin ev xebat bi pêş ve biçe. Bi taybet piştî banga Abdulla Ocalan û rewşa ku peyda bûye, pêwîstiya xebata li ser hişmendiyeke neteweyî zêdetir derdikeve pêş.”
Li ser banga Ocalan, Ozçelîk diyar kir: “Em jî piştgiriya vê bang û pêvajoyê dikin. Me bi salan e banga rawestandina şerê çekdarî kiriye, ku hem zemîna wê nemaye û hem jî ziyanê digihîne miletê me. Divê rê li pêş xebatên siyasî vebin.”
Ozçelîk destnîşan kir: “Hin xal di bangê de hene ku em wan rast nabînin ku Ocalan pirsa dewleta Kurdî, sîstema federalî, otonomî wek şaşîtî dibîne, ku em ne bi vê yekê re ne.”
Tekez kir jî: “Li Bakurê Kurdistanê rawestandina şer û danîna çekan baş e, lê îro pêwîstî bi wê heye ku li ser daxwazên miletê Kurd, nûnertiya Kurdî ji hemû aliyên siyasî û saziyên sivîl bê avakirin, ta ku bibe muxatebê dewleta Tirkiyeyê.”
Serokê PWKê diyar kir: “Daxwazên Kurdan ên maqûl di dema niha de ev in: Hebûna miletê Kurd, perwerdeya zimanê kurdî, nasnameya kurdî bê qebûlkirin û azadiya hizrî û rêxistinî hebe û hemû kesên ji ber nêrînên xwe di zîndanan de ne, serbest bêne berdan.”
Amaje bi wê yekê jî kir, “Çekdanîna PKKê, dê bandoreke mezin li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê bike. Ev gaveke gelekî giring e.”
Serokê PWKê tekezî li ser wê yekê kir: “Em aliyên Kurdî, ji aliyekî ve piştgiriya rawestandina şer û çekdanînê dikin, li aliyê din jî em daxwazên xwe yên neteweyî didin pêş. Ji ber wê jî, nabe ev pêvajo tenê di navbera Ocalan, DEM Partî, Qendîl û dewleta Tirkiyeyê de bimîne. Divê partiyên Kurdî, saziyên sivîl û kesayetiyên kurdan jî tevlî vê pêvajoyê werin kirin.”
Ozçelîk tekez kir, “Rawestandina şer, dê rê li pêş xebatên siyasî û sivîl veke, lê ji bo çareseriya pirsa Kurd dewleta Tirkiyeyê behsa tiştekî nake. Erdogan û Bahçelî dibêjin pirsa Kurd tune ye pirs, pirsa terorê ye. Bi van gotaran jî pirsa Kurd çareser nabe û heta niha ti bernameyek ji bo pirsa Kurd ne diyar e.