Par li Herêma Kurdistanê 53 karkeran canê xwe ji dest daye

Sala 2023yan li Herêma Kurdistanê 53 karkeran dema li ser kar bûne canê xwe ji dest daye, 25 karker jî birîndar bûne.

07.01.2024, Paz - 15:47

Par li Herêma Kurdistanê 53 karkeran canê xwe ji dest daye
Nuçe Belav bike

Yekîtiya Sendîkayên Karkerên Kurdistanê amarên sala borî yên mirin û birîndabûna karkeran eşkere kirin.

Li gorî amaran, sala 2022yan 42 karkeran canê xwe ji dest dabû lê ev hejmar sala 2023yan bûye 53.

Endamê Ofîsa Tetbîqkirinê ya Yekîtiya Sendîkayên Karkerên Kurdistanê Evdulqadir Nawpirdanî, ev amar bi Tora Medyayî ya Rûdawê re parve kirin.

Li gorî amaran, par li Silêmaniyê 24, li Hewlêrê 11, li Germiyanê 10, li Dihokê 7 karkeran û li Zaxoyê jî karkerekî canê xwe ji dest daye.

16 ji 24 karkerên ku li Silêmaniyê canê xwe ji dest daye xelkê Başûrê Kurdistanê ne, 8 ji wan jî xelkê perçeyên din ên Kurdistanê û welatên biyanî ne.

6 ji 11 karkerên ku li Hewlêrê canê xwe ji dest daye xelkê Başûrê Kurdistanê ne, 5 ji wan jî xelkê perçeyên din ên Kurdistanê û welatên biyanî ne.

Herwiha 6 ji 7 karkerên ku li Dihokê canê xwe ji dest daye xelkê Başûrê Kurdistanê ne.

Dîsa ew karkerê ku li Zaxoyê dema kar canê xwe ji dest daye jî ji Başûrê Kurdistanê ye.

Sala par li Hewlêrê 13 karker, li Dihokê 10 karker, li Silêmaniyê karkerek û li Zaxoyê jî karkerek, bi tevahî 25 karker birîndar bûne.

“Xwedîkar û kompanya tedbîrên pêwîst wernagirin”

Evdulqadir Nawpirdanî li ser sedemên zêdebûna mirina karkeran got:

“Sedeme sereke ew e ku xwedîkar û kompanya tedbîrên pêwîst wernagirin, kembûna lijneyên kontolkirinê jî sedemeke din e.

Dema kontrol zêde bibin dê ew jî mecbûr bimînin ku rêzikan bi cih bînin.”

Li gorî amarên Yekîtiya Sendîkayên Karkerên Kurdistanê, 8 salên borî hejmara karkerên ku li Herêma Kurdistanê dema li ser kar bûne canê xwe ji dest daye bi vî awayî ne:

- Sala 2016an: 62 karker

- Sala 2017an: 16 karker

- Sala 2018an: 25 karker

- Sala 2019an: 38 karker

- Sala 2020î: 35 karker

- Sala 2021ê: 37 karker

- Sala 2022yan: 41 karker

- Sala 2023yan: 53 karker

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 212 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:14:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x