Parlamentoya Kurdistanê êrîşa Îranê şermezar kir

Parlamentoya Kurdistanê êrîşên Komara Îslamî ya Îranê yên li ser çend navçeyên Herêma Kurdistanê şermezar kir.

22.11.2022, Sal - 06:35

Parlamentoya Kurdistanê êrîşa Îranê şermezar kir
Nuçe Belav bike

Parlamentoya Herêma Kurdistanê ragihand ku ew bi tundî êrîşên dawî yên Îranê li ser çend deverên Herêma Kurdistanê şermezar dike.

Parlamentoya Herêma Kurdistanê duh Duşemê 21ê Mijdara 2022yan di daxuyaniyekê de nerazîbûna xwe li hemberî êrîşên herî dawî yên mûşekî û dronan ên Îranê yên li ser çend navçeyên herdu parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê nîşan da.

Di daxuyaniya xwe de Parlamentoya Herêma Kurdistanê ew êrişên vê dawiyê yên Îranê weke bê sedem penase dike û dibêje: “Em bi tundî van êrîşên bêhincet şermezar dikin.”

Parlamentoya Kurdistanê tekezî li ser wê yekê dike ku pêwîst e pêwendiyên ligel hemû cîranan li ser bingeha rêz û berjewendiya hevbeş, bêyî destwerdana karûbarên navxwe yên hev û pabendbûna temam a yasayên navdewletî bê kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em êrîşên leşkerî yên li hemû aliyan şermezar dikin û em di wê baweriyê de ne ku çareserî û mekanîzmayên leşkerî ti pirsgirêkan çareser nakin, lê dê asoyên çareseriya herêmî û aştiyê hêj bêhtir bixe nava xeteriyê."

Parlamentoya Kurdistanê di heman demê de ji hikûmeta Bexdayê daxwazê dike ku erka xwe ya destûrî ji bo parastina serweriya Iraqê û Herêma Kurdistanê pêk bîne û hemû rêyên dîplomasiyê ji bo vê armancê bikar bîne.

Îranê şevê din bi dron û mûşekan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de kir. Supaya Pasdaran a Îranê şevê din baregeha PDKÎ li navçeya Koye, Kampa Cêjnîkan li nêzîk Hewlêrê û baregeha Komeleya Şoreşger a Zehmetkêşên Kurdistanê li Zirguwêz a Silêmaniyê bombebaran kirin.

Di encama êrîşa ser baregeha PDKÎ ya li Koyê de pêşmergeyekî PDKÎ yê bi navê Bêhzad Îskat canê xwe ji dest da. Di êrîşên din de ti kuştî û birîndar nebûn.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 194 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:47:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x