Partiya Gelê Tirkmen: Em dixwazin bibin Pêşmergeyên xwebeş li Kerkukê

Partiya Gelê Tirkmen a li Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji bo Kerkukê daxwaza hêzekê ji Bexdayê red kir û ragihand, ‘Bila ne hêzên Iraqê pêşmerge li Kerkukê parastina me bikin.’

08.01.2017, Paz - 14:43

Partiya Gelê Tirkmen: Em dixwazin bibin Pêşmergeyên xwebeş li Kerkukê
Nuçe Belav bike

Partiye Gelê Tirkmen di daxuyaniya ku 8ê Rêbendanê ji medyayê re rê kiriye de, gotinên ku dibêjin, ‘Tirken dixwazin hêzeke ji Bexdayê were parastina Kerkukê bike' red kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Pêşmerge bi zîrekiya xwe li navçeyê bi giştî û bi taybetî jî li Kerkûkê berevaniyeke bêhempa kiriye û bi sedan qurbaniyên fermandar û Pêşmerge daye. Ji bo parastina xelkê Kurdistanê bi giştî û bê cudahî hemû pêkhate parastine."

Partiya Gelê Tirkmen helwêsta Pêşmerge ya li hember kevneperestan û hêzên tarî bilind nirxand û diyar kir, em teqez dikin ku Pêşmerge em ji bîr nakin, ji ber li hember qonaxa herî tarî ya dîrokê de berevanî li navçeyê kir.

Di berdewama daxuyaniya Partiya Gelê Tirkmen de wiha hat gotin: ‘'Ew xwîna ku Pêşmerge daye, bi bangeşeyan nayê têkbirin, ku armanca wan bangeşeyan bes têkdana pêkvejiyana aştiyane ya di navbera kurd û tirkmenan de ye û ew yek ji tevliheviyê bêhtir ne ti tiştekî din e. Herwİha ti pêwîstiyek bo hin daxwazên ji aliyê hin hêzên siyasî ve tên gotin ku daxwaza hêza zêdetir dikin, yan jî daxwaza pêkanîna hêzeke artêşê yan jî anîna hêzekê ji Bexdayê dikin ne nîne. Li gor me ev yek bê kirin, pirsgirêk dê zêdetir bibin û alozî dê zêdetir pêk bên."

Partiya Gelê Tirkmen ji rêveberiya Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku deriyê pêşmergeyên xwebexş li pêşiya ciwanên tirkmen bê vekirin ku ew jî bi şerefa xwe beşdarî parastina herêmê bibin.

Di dawiya daxuyanîyê de hat piştrastkirin ku ew teqez dibêjin, ‘divê hêzên Pêşmerge li Kerkûkê bimînin, ji ber ku bê cudahî berevanî li temamê pêkhateyên Kerkûkê kirine.'

Serokê Eniya Tirkmenan Erşed Salihî berî niha bi demekê daxwaz ji Hikûmeta Iraqê kiribû ku ji Bexdayê hêzekê bişînin Kerkûkê.

Sputnik
Vî nûçeyê tevayî: 1534 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:59:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x