Pêşmerge ber bi Pelkaneyê ve çû: Erebên hawirde û Heşda Şeibî vekişiyan!

Piştî ku hêzên pêşmerge ber bi gundê Pelkane yê Kerkûkê ve çûn, hêzên Heşdî Şeibî yên li gund û Erebên hawirde yên ku êrîşî Kurdan kirin, neçar man ji gund vekişin.

23.04.2023, Paz - 09:17

Pêşmerge ber bi Pelkaneyê ve çû: Erebên hawirde û Heşda Şeibî vekişiyan!
Nuçe Belav bike

Piştî êrîşên 21’ê Nîsanê yên li gundê Pelkane yê ser bi navçeya Sergeran a Kerkûkê ji aliyê Erebên hawirde ve li dijî Kurdan hatin destpêkirin, hikûmeta Herêma Kurdistanê lîwaya 10an a Pêşmergeyan şand gund.

Piştî ku pêşmerge derbasî gund bûn, Erebên hawirde yên ku li Pelkane êrîşî Kurdan kirin û Heşda Şeibî yên ku zemîna êrîşan amade kiribûn, ji gund vekişiyan.

Erebên hawirde bi piştgiriya Heşda Şeibî û leşkerên Iraqê li gund bi cih bûbû û ji roja Înê ve bi piştgiriya ku ji van hêzan werdigirin êrîşî Kurdan dikirin.

Welatiyê gundê Pelkane yê bi navê Loqman Bekir ku di encama êrişa erebên hawirde de birîndar bibû ji ajansa Rûdawê re ragihand “Bi 4-5 otombîlên Heşda Şeibî hatin, komek nêzîkî 300-400 kesî kom bûn, lê dema bihîstin ku Pêşmerge ber bi gund ve bi rê ketine, vekişiyan.”

Yek ji şêniyên gund jî got “Em pir kêfxweş in ku hêzek heye ku em pişta xwe pî ve girêdidin. Ji ber ku hatina pêşmergeyan bo gund wê zextê li Bexdayê bike, ew ê jî zextê li hêzên xwe yên li gund bikin ku li dijî Kurdan tevnegerin. Li ber çavê hêzên Iraqî heqaret li Kurdan kirin”

Gundiyekî din jî got, "Bêhevsengiya hêzê heye. Hatina Pêşmerge dawî li pirsgirêkan anî. Em spasiya Pêşmerge dikin, hêvîdar im Hewlêr û Bexda bigihin çareseriyekê û dawî li van pirsgirêkan bînin.”

Hêzên Pêşmerge ku niha bi qasî 5 kîlometreyan li derveyî gundê Pelkane sekinîne, ji rayedarên Iraqê re ragihandin ku eger rewşa gund asayî nebe dê derbasî nav gund bibin.

Fermandarê Eniya 5 a Rojavayê Kerkûkê ya Pêşmerge Nûrî Heme Elî peyam da ku ew dê şêniyên gundê Pelkanê biparêzin ûp got "Em ji duh ve di rewşa hişyariyê de ne, ji bo bersiv bidin wan kesên ku dixwazin êrîşî gelê me bikin."

Pelkanê ku biçûktirîn gundê Kurdan ê Kerkûkê ye, ev 6 sal in bi pêvajoyeke dijwar a erebkirinê re rû bi rû ye. hewl tê dayîn ku dest deynin ser zeviyên cotkarên Kurd û her cure zehmetî tên çêkirin ji bo ku Kurd nekarin karên xwe yên çandiniyê bikin.

Çi bûbû?

Roja Înê 21ê Nîsana 2023an li gundê Pelkane yê ser bi nahyeya Sergeran a Kerkûkê, di navbera komek Erebên hawirde û cotkarên Kurd de şer derketibû û di encamê de 10 kes birîndar bibûn.

Erebên hawirde ji 21ê Nîsanê û vir ve gelek caran li hev civiyan û hewl dan êrîşî Kurdan bikin. Hêzên leşkerî yên ku ji aliyê Iraqê ve li gund hatine bicihkirin jî li kêleka Erebên hawirde disekinin.

Gundê Pelkaneyê dikeve rojavayê Kerkûkê û ser bi nahyeya Sergeranê ye ku ji bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve Erebên hawirde, hewl didin dest deynin ser zeviyên cotkarên Kurd.

Rudaw
Vî nûçeyê tevayî: 251 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:47:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x