Pêşmerge daxuyaniya fermandarê Iraqê red kir

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah ragihand ku di demeke nêz de bi hevahengiya ligel Pêşmerge dê operasyoneke leşkerî li rojhilatê Kerkûkê û navçeya Xurmatû pêk bînin. Lê belê Wezareta Pêşmerge hebûna hevahengî û operasyoneke hevbeş a bi vî rengî red dike.

04.02.2018, Paz - 07:21

Pêşmerge daxuyaniya fermandarê Iraqê red kir
Nuçe Belav bike

Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer ji Rûdawê re ragihand: “Wek Wezareta Pêşmerge û Encûmena Bilind a Berevaniyê li Wezareta Pêşmerge, di van demên nêzîk de ti hevdîtin û civîneke me li gel rayedarên leşkerî û Wezareta Berevaniyê ya Iraqê pêk nehatine.”

Cebar Yawer tekez kir ku wek Wezareta Pêşmerge ji bo encamdana operasyoneke hevbeş, ti hevahengiyeke ligel artêşa Iraqê tine ye.

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah bi daxuyaniyekê diyar kir ku roja şemiyê (03.02.2018) di navbera fermandarên artêş, polîsê federal û Heşda Şabî de civînek hat kirin bi mebesta pêkanîna operasyonekê li deverên rojhilatê Kerkûk û navçeya Xurmatû, ligel hêzên ku dê beşdarî operasyonê bibin hevahengiyeke baş çêkirine.

Herwiha piştî civîna ewlehiyê, Ebdulemîr Reşîd Yarallah civîneke çapemeniyê pêk anî û ragihand: “Li ser hebûna grûba Alayên Spî û DAIŞê, emê operasyoneke leşkerî li rojhilatê Kerkûkê encam bidin.”

Ebdulemîr Reşîd Yarallah diyar kir: “Me li gel birayên xwe yên Pêşmerge hevahengî kiriye û operasyon jî dê li xeta berevaniya hêzên me û li xeta berevaniya Pêşmerge were kirin.”

Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş ê Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarallah amaje bi wê yekê kir ku armanca vê operasyonê jinavbirina wan çeteyan e û diyar kir ku divê asayişa rojhilatê Kerkûkê were parastin û hemû koçber vegerin cih û warên xwe.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1290 kes dît.
Rojanekirina Dawî:14:57:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x