PKK ji Çiyayê Qereçûxê vekişiyabû: Hewlêr û Bedxayê li hev kir

Sîrwan Barzanî ragihand ku Hewlêr û Bexdayê li ser diyarkirina xalên leşkerî yên li Çiyayê Qereçûxê li hev kiriye.

02.11.2023, Per - 08:10

PKK ji Çiyayê Qereçûxê vekişiyabû: Hewlêr û Bedxayê li hev kir
Nuçe Belav bike

Endamê Konseya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Murat Karayilan 19ê Çiriyê Pêşînê ragihandibû ku wan wan hemû hêzên xwe ji Kampa Mexmûrê vekişandin.

Piştî vê daxuyaniyê, PKKyê li navçeya Mexmûrê 4 xalên kontrolê yên li Çiyayê Qereçûxê radestî artêşa Îraqê kirin.

22ê Çiriya Pêşînê jî li ser van xalan di navbera Pêşmerge û artêşa Îraqê de şer rû da.

Di vî şerî de 4 Pêşmerge şehîd ketin, herwiha hat ragihandin ku kuştî û birîndarên artêşa Îraqê jî hene.

Şandeyeka bala ya Pêşmergeyan û şandeyeke ji artêşa Îraqê doh ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Çiyayê Qereçûxê çûn Mexmûre.

Fermanderê Eniya 6an a Pêşmergeyan Sîrwan Barzanî di malperê xwe yê Facebookê de ragihand ku pirsgirêka li ser wan xalên kontrolê hatiye çareserkirin.

“Her du aliyan li hev kir”

Sîrwan Barzanî di daxuyaniya xwe de got:

“Her du aliyan li ser destnîşankirina xalên nû yên li Çiyayê Qereçûxê û çareseriya pirsgirêkan li hev kir.”

Sîrwan Barzanî herwiha amaje pê kir ku hevahengiya di navbera her du aliyan de jî didome.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 407 kes dît.
Rojanekirina Dawî:23:42:53
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x