Sîrwan Barzanî got, ku deverên ku berî destpêkirina operasyona kontrolkirina Mûsilê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine rizgarkirin, her dê di bin kontrola pêşmerge de bimînin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Barzanî destnîşan kir ku çênabe gotûbêj li ser wan deveran û derketina hêzên pêşmerge ji wan cihan bên kirin.
Herwiha Serperiştê Mihwera Guwêr-Mexmûr a Hêza Pêşmerge bal kişand ser wê yekê ku ihtimal heye gotûbêj li ser wan herêman çêbibe yên ku piştî destpêkirina operasyona Mûsilê ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine kontrolkirin.
Barzanî derbarê mijarê de wiha got:
"Ew navçeyên ku heta destpêkirina operasyonên kontrolkirina Mûsilê ji aliyê pêşmerge ve hatine kontrolkirin dê her di bin kontrola pêşmerge de bin û ev jî ne tiştekî wiha ye ku gotubêj li ser bên kirin. Lê ew navçeyên ku di heyama operasyona Mûsilê de ji aliyê pêşmerge ve hatine kontrolkirin, çêdibe ku gotubêj li ser wan bên kirin".