Pêşmergeyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin

Ew pêşmergeye, berpirsê ragehandina lîwaya heftem a hêzên Pêşemrgeyên Kurdistanê bû

16.01.2017, Pts - 07:03

Pêşmergeyê ku ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin
Nuçe Belav bike

Rêveberê bajarokê Wertê bi wekalet, neqîb Saman Mihemed ji bo BasNewsê ragehand ku:”Nîv demjêmir berî niha pêşmergeyê ku duh ji aliyê PKKê ve hatibû girtin hat azadkirin.”

Wî berpirsê got ku:”Ew e çendîn çare ku çekdarên PKKê endam û alîgirên PDKê digire û heyamekê berî niha jî muxtarê gundê Zergelê girtibûn.”

Behsa vê yekê jî kir ku rêya Qendîl rêyeke giştiye û rêyeke ji bo derbasbûna welatiyê ku dixwazi biçine devera Pêşderê û Ranyayê lê berlê ew rê ji be reftarên PKKê bûye rêyeke metirsîdar ji bo vê yekê jî tenê wextê ku gelek pêwîst nebe kes bi wê rêyê de hatûçûyê nake.”

Berpirsê navçeya Rewanduzê yê PDKê ji bo BasNewsê got ku:”Demek berî niha nûçeya azadbûna Elî Wuso ji bo me hatiye lê belê heta niha negehaye nav malbata xwe de."

Elî Wuso berpirsê ragehandina lîwaya 7 a hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê duh li dema çûnê xwe ji bo Ranyayê de bi rêka Qendîlê ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû girtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1226 kes dît.
Rojanekirina Dawî:02:24:35
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x