Qeleyên Dêrîn Uzêrî tên rûxandin

Piştî ku doh çend xanî û qeleyeke wî hatin rûxandin, îro jî qeleyeke din a Dêrîn Uzêrî hat rûxandin.

13.02.2024, Sal - 15:44

Qeleyên Dêrîn Uzêrî tên rûxandin
Nuçe Belav bike

Dêrîn Uzêrî, Pêşmergeyekî payebilind ê Yekîneya 70yî ya Pêşmergeyan e.

Tê gotin ku bi darê zorê bac standiye û gule li sermayedarekî reşandine.

Dadwer biryar daye ku were desteserkirin û dest deynin ser hemû mal û milkê wî.

Meha borî li Silêmaniyê gule li sermayedarê bi navê Ehmed Kamîl hatibûn reşandin û tê gotin ku ev yek bi fermana Kwêxa Dêrîn Uzêrî bûye.

Ehmed Kamîl ji Tora Medyayî ya Rûdawê re behsa bûyerê kir û got:

“Min beriya ku ez bêm birîndarkirin bi du rojan yek milyon dolar da Kwêxa Dêrîn.”

Qeleya Dêrîn Uzêrî li ser rêya Dûkan û Silêmaniyê ye.

Nûçegihanê Rûdawê da zanîn ku di qeleya wî de dîwan, çend xanî û çewlîgeke ajelan jî hene.

Asayîşa Silêmaniyê doh beriya rûxandina xaniyên wî, ragihandibû ku biryara desteserkirina wî hatiye derxistin.

Dêrîn Uzêrî piştî ku fermana desteserkirina wî hatiye dayîn reviyaye û hîn jî nehatiye dîtin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 273 kes dît.
Rojanekirina Dawî:15:10:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x