Rêya Dihok û Mûsilê ji aliyê Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê ve hat vekirin. Rê piştî êrişên 16ê Cotmehê yên milîsên Heşda Şeibî hatibû girtin.
Wezareta Pêşmergeyên Kurdistanê rêya Dihok û Mûsilê ji bo sivîl û wesayîtan vekir. Piştî ku Wezareta Pêşmerge rêya ku di bin kontrola wê de bû vekir, Heşda Şeibî jî ji aliyê xwe ve rê vekir û niha sivîl û wesayît dikarin çûnûhatinê bikin.