Şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompanyayê petrol û gazê re civiya

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyayên neft û gazê tekezî li ser çareserkirina rîşeyî û gihîştina bi çareseriyeke hevbeş ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê dikin.

06.06.2024, Per - 10:03

Şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi kompanyayê petrol û gazê re civiya
Nuçe Belav bike

Şanda danûstandinan a Hikûmeta Herêma Kurdistanê duh 5ê Hezîranê ligel kompaniyên veguhestin û berhemanîna petrol û gazê yên Herêma Kurdistanê civiya.

Di civînê de pêşhatên dawî yên proseya siyasî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser bûdce û petrolê hatin gotûbêjkirin. Di hevdîtinê de ronahî hate xistin ser pêngavên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya parastina mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê de, ji bo çareserkirina pirsgirêkan û gihîştina bi çareseriyeke hevbeş.

Herwiha di civînê de tekezî li ser niyeta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo çareseriyeke rîşeyî hat kirin û daxwaza Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê di zûtirîn dem de hat kirin, bi awayekî ku ev pirsgirêk pêwîstiya wê bi çareseriyek hevbeş û têgihiştinek hevpar derbarê lêçûnên hilberandin û veguhestina neftê heye.

Ev yek di demekê de ye, Serokwezîr û şanda danûstandinkar îro di civîna Encûmena Wezîran de, behsa civîn, hewl û tedbîrên ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kirin. Di vî warî de hevdîtinên bi hikûmeta federal re berdewam in bo di zûtirîn dem de hinardekirina petrolê ji nû ve bê destpêkirin. Ji bo vê mebestê jî, biryar e di destpêka hefteya bê de, şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniyên petrolê, li ser vexwendina Wezareta Petrola Iraqê, serdana Bexdayê bikin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 441 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:24:39
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x