Şaxewan Ebdullah: Li ser teqînên Îranê em ê civîn pêkbînin

îgirê Serokê Parlamentoya Iraqê ragihand, dê civîneke taybet derbarê teqînên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê were lidarxistin û berpirsên ewlehiyê yên Iraqê jî li ser wê mijarê ji bo parlamentoyê werin vexwendin.

06.10.2022, Per - 05:51

Şaxewan Ebdullah: Li ser teqînên Îranê em ê civîn pêkbînin
Nuçe Belav bike

Derbarê daxwaza civînê ya Parlementerên Parlementoya Iraqê, li ser bombebarana Îranê ya li ser Herêma Kurdistanê daxuyaniyek Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdullah ragihand: ‘’Min ew daxwaz piştrast kir, di destpêka heftiya bê de civîneke taybet li ser mijara topbarana Îranê bo ser Herêma Kurdistanê li parlamentoyê tê lidarxistin.

Ne tenê Wezareta Berevaniya Iraqê, hemû berpirsên ewlekariya Iraqê, çi Wezareta Navxwe, çi Wezareta Derve yan jî Asayişa Niştimanî, dê li ser vê mijarê ji bo parlamentoyê werin vexwendin."

Her wiha Şaxewan Ebdullah got: “Dema civîna me ya parlamentoyê hebe, emê lijneya pêwendîdar destnîşan bikin da ku bi fermî dest bi karê xwe bikin, ji ber ku wê komîte ji bo lêkolînê were destnîşankirin û divê parlamentoyê deng li ser bide.’’

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 301 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:17:21
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x