Serok Barzanî: Em amade ne li hemû bareyan bi Tirkiyê re hevkariyê bikin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim piştî civînê derketin pêşberî medyayê.

08.01.2017, Paz - 10:15

Serok Barzanî: Em amade ne li hemû bareyan bi Tirkiyê re hevkariyê bikin
Nuçe Belav bike

Di kombûna rojnamevanî de Barzanî girîngiya vê serdanê anî ziman û spasî li şandeya Tirkiyê kir.

Serok Barzanî got, 'Em vê serdanê gelekî girîng dibînin. Em vê serdanê wek piştgiriya Herêma Kurdistanê dinirxînin. Em spasîyê li miletê Tirk û Serokomarê Tirkiyê dikin ku piştgiriya gelê Kurdistanê kiriye. Em hemû rûbirûyî terorê ne. Ji bo dijderketina vê terorê pêwîstiya me bi piştgiriyê heye. Em amade ne li hemû bareyan hevkariyê bikin.'

Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yilrdirim kêfxweşiya xwe bi hevdîtinê anî ziman û daxuyakirin, 'Serdana Barzanî ya Tirkiyê ya piştî hewldana darbeya 15ê Tîrmehê helwesteke hêja nîşan bû û bi miletê tirk re hevgirtina xwe nîşan da.'

Yildirim bal kişand ser ku wan hem li Hewlêrê hem jî li Bexdayê hevdîtinên sûdewar pêk anîne û naveroka hevdîtinan bi 2 sernavan rave kir: "Bi du sernavan naveroka hevdîtinên me dikare were nirxandin. Yek jê xebatên têkoşîna dijî terorê bû. Ya din jî di warê aborî de bû ku hêvî xebatên zêdetir e. Hem DAIŞ hem PKK hem jî FETO ne tenê meseleya Tirkiyê ne, herwiha meseleyên Iraq, Sûriyê û Tirkiyê ye."

Yildirim operasyona Mertala Firatê û şerê Mûsilê bi bîr xist û diyar kir, armanca wan a hevpar têkbirina DAIŞê ye ku dijminê mirovahiyê ye. Di civîna her du aliyan de hat ragihandin ku biryar hatiye standin lijneyeke hevbeş a enerjiyê were avakirin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1310 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:37:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x