Serok Barzanî: Herêm di bin metirsiya nearamiyê de ye

Serok Mesûd Barzanî sala nû ya gelê Kurdistanê pîroz kir

31.12.2023, Paz - 16:12

Serok Barzanî: Herêm di bin metirsiya nearamiyê de ye
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî sala nû ya gelê Kurdistanê pîroz kir û got, “Herêm bi giştî di bin metirsiya nearamî û krîz, şer û kaosê de ye.”

Serok Barzanî ji bo hatina sala nû peyameke pîrozbahiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de got:

“Divê her kes bizane ku mafê gelên herêmê ye ku di nav aramî û aştiyê de bijîn û herêma me êdî tehemûla pirsgirêk, tundûtûjî, teror û nearamiyê nake.”

Serok Barzanî di peyama xwe de behsa çareseriya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî kir û got:

“Tê çaverêkirin ku di sala nû de Hikûmeta Federal a Îraqê ji bo çareserkirina pirsgirêkên bi Herêma Kurdistanê re û pabendbûna bi binemayên destûrî û berjewendiyên gelê Îraqê gavan bavêje.”

Serok Barzanî di beşeke din a peyama xwe de anî ziman:

“Peyama gelê Kurdistanê jî ji bo hemû aliyan hertim peyama diyalog, têgihiştin û çareseriyê bûye û ev jî baştirîn rê ye ji bo bidestxistina aramî, aştî û pêşketinê.”

Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî hêvî kir ku sala 2024an bibe sala aramî û bexteweriya hemû welatiyên Îraq û Kurdistanê.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 267 kes dît.
Rojanekirina Dawî:07:37:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x