Serok Barzanî: Bêdewletbûnê her tim Kurd bi qirkirin û jinavbirinê re rûbirû kirine

Serok Barzanî destnîşan dike ku di dirêjahiya sedsala bîstan de bi siyaseta sîstematîk, hewl hatiye dan ku nasnameya neteweyî ya Kurd were jinavbirin. Herwiha dibêje, nebûna dewletê, Kurd herdem rûbirûyî qirkirin û jinavbirinê kirine.

25.04.2025, Cum - 10:44

Serok Barzanî: Bêdewletbûnê her tim Kurd bi qirkirin û jinavbirinê re rûbirû kirine
Nuçe Belav bike

Li Zanîngeha Yale, li wîlayeta Connecticut a Amerîkayê, roja 23ê Nîsanê konferanseke taybet bi tawanên jenosîda li dijî gelê Kurd birêve çû. Siyasetmedar û mamosteyê zanîngehê Dr. Mihemed Îhsan jî, peyama Serok Barzanî ji beşdarên konferansê re xwend.

Deqa gotara Serok Barzanî:

Rêzdarên li Zanîngeha Yale / Navenda MacMillan / Navenda Lêkolînên Jenosîdê
Mêvanên birêz

Di destpêkê de dixwazim bi navê gelê Kurdistanê spas û pêzanîna xwe pêşkêşî Zanîngeha Yale û rêkxêrên vê konferansa navdewletî bikim. Axaftin û lêkolîna li ser jenosîda gelê Kurdistanê di serdema rejîma berê ya Iraqê de, babateke girîng û hestiyar e û hilbijartina vê babetê pêngav û destpêşxeriyeke bi nirx e ber bi bicihanîna dadperwerî û berpirsiyariya dîrokî ve di derxistina rastiyan de. Vê pêngavê û hewlên we bilind dinirxînim û cihê pêzanîneke mezin e.

Beşek ji neteweya Kurd piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û di destpêka avabûna dewleta Iraqê de bi awayekî dildarane û bi mercê hevparîyê û li ber çavgirtina mafên xwe, jiyana di nav dewleta Iraqê de hilbijart. Lê belê desthilatdarên Iraqê pişta xwe dan wê bingehê û dest bi binpêkirin û înkarkirina mafên Kurdan di çarçoveya dewleta Iraqê de kirin, heta gihişte asta jenosîdê û hewldana ji bo jinavbirina Kurdan. Kurd di sedsala bîstan de ji qurbaniyên sereke yên siyaseta jenosîda rêkxistî bûne; ew siyaseta nemirovane di dema desthilata Partiya Beisê de li Iraqê li dijî gelê Kurdistanê gihişte lûtkeya xwe. Di salên 1979 - 1980î de ji dehhezaran welatiyên Kurdên Feylî regeznameya Iraqî hate standin, hatin girtin û bêserûşûnkirin. Herwiha beşeke wan a herî mezin bi tundûtûjiyeke bêhempa ber bi Îranê ve hatin şandin. Di sala 1983an de di proseke rêkxistî de, heşt hezar mêr û xortên Barzanî, piştî ku ji aliyê hêzên ewlehiyê yên rejîma Beisê ve hatin girtin, hatin bêserûşûnkirin û ti carî venegeriyan.

Di salên 1987-1988an de, beşeke mezin ji navçeyên Kurdistanê hatin kîmyabarankirin, bi hezaran welatiyên sivîl bi gazê fetisîn û birîndar bûn. Di 16ê Adara 1988an de li bajarê Helebceyê, pênc hezar welatî, jin û zarokên Kurd ên bêguneh, bi çeka komkujî ya kîmyayî di nav çend xulekan de jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran kesên din jî birîndar bûn. Her di wê salê de şalawên jenosîda Enfalê li seranserê Kurdistana Iraqê birêve çûn û di wê demê de zêdetirî 182 hezar mirovên sivîl, bêyî cudahiya regez, temen û olî, hatin enfalkirin û di planeke rêkxistî de ji bo têkbirina stûnên malbatî û civakî yên Kurd, 4500 gundên Kurdistanê hatin wêrankirin.

Ji bilî van tawanên rasterast, di dirêjahiya sedsala bîstan de siyaseta sîstematîk a qirkirina etnîkî, koçberkirina bi zorê, akincîkirina bi zorê, guhertina demografiya navçeyên cuda yên Kurdistanê û têkdana binesaziya aborî ya gundiyan bi armanca jinavbirina nasnameya neteweyî ya Kurd, hate bicihanîn.

Gelê Kurdistanê bi hezaran salan e li ser axa xwe jiyaye, xwedî çanda pêkvejiyanê ye ligel netewe û peyrewên olên din û herdem daxwaza aramî, aştî û mirovdostiyê kiriye. Lê belê tiştê ku miletê me di sedsala bîstan de tê re derbas bû, hewleke sîstematîk û rêkxistî bû, ji bo nehêlana şûnaseke dîrokî, çandî û mirovî.

Armanca van jenosîdan tenê yek tişt bû; nehêlan û jinavbirina "Kurdîtiyê" bû. Armanca vê jenosîdê şikandina îradeya mirovê Kurd bû ku tenê daxwaza azadî û pêşxistina jiyana xwe dikirin û dixwestin di aştiyê de bijîn, ti tawaneke wan a din nebû. Gelê Kurdistanê bi deh milyonan kes e ku dîrokeke wê ya kevnar û nasnameyeke wê ya zindî heye, yek ji mezintirîn neteweyên cîhanê ye ku li Rojhilata Navîn dijî û heta niha bêpar maye ji hebûna dewleteke serbixwe. Ev bêdewletbûna dîrokî wisa kiriye ku Kurd bi berdewamî rûbirûyî qirkirin û jinavbirinê bibin û nikaribin wek pêwîst xwe li hember gefan û şerxwaziya nehezan biparêzin.

Îro, li vir em spasiya Navenda Jenosîdê dikin ku bi vê pêngava girîng rabûye û ez piştrast im ku dezgehên fermî yên Kurdistanê amade ne ji bo ronîkirina zêdetir û derxistina rastiyan û bi belgekirina tawanan û arşîvkirina wan, hemû hevkariyê bi wê hewla pîroz re bikin. Gelê Kurdistanê pêwîstiya wê bi hewlên cidî, akademîk û zanistî yên bi vî rengî heye ji bo ku ew tawanên eşkere û rêkxistî yên li hember gelê me hatine kirin neynin jibîrkirin û di bîr û wijdanê cîhanê de bimînin. Herwiha ji bo ku ev tawan careke din dubare nebin û em hemû bi hevre rûbirûyî her hewleke din bibin ku bi arasteya jenosîda gelê me di pêşerojê de were kirin.

Pêwîstiya me bi hewl û hevkariya vê zanîngehê heye ji bo serxistina proseya nasandina wan tawanan wek jenosîd ên ku li dijî gelê me hatine kirin. Em hêvîdar in ev konferans bibe xala destpêkê ji bo hewlên zanistî yên berfirehtir di warê jenosîdê de û danûstandina zanyariyan di navbera me de û pêngavek ber bi çespandina rastî, dadperwerî û berpirsiyariya dîrokî ve, ku sê stûnên bingehîn in ji bo avakirina pêşerojeke baştir.

Careke din spas ji bo guhdarîkirina dengê êş û berxwedana gelê Kurdistanê.

Bi rêz û hêviya pêşerojeke agahdartir û dadperwertir.

 

Vî nûçeyê tevayî: 114 kes dît.
Rojanekirina Dawî:16:07:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x