Serok Barzanî: Birîna Şingalê, bi vegera wê bo destê xwediyên wê yên resen tê dermankirin

“Tawanên DAIŞê li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî, berdewamiya wê zincîreya karesat û tawanên ku di dirêjahiya dîrokê de li hember gelê Kurdistanê de hatine kirin bû.”

03.08.2022, Çar - 08:06

Serok Barzanî: Birîna Şingalê, bi vegera wê bo destê xwediyên wê yên resen tê dermankirin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî ragihand di salvegera heştemîn a jenosîda Şingalê de ragihand, tawana jenosîda Şingalê birîneke kûr e li ser gewdê gelê Kurdistanê, xwişk û birayên me yên Êzidî ji ber Kurdbûn û bi sedema ol û bîr û baweriyên xwe, ketin ber êrîşa teroristan.”

Peyama Serok Mesûd Barzanî:

Îro heşt sal di ser êrîşa teroristan a li ser Şingalê re derbas dibin. Tawana jenosîda Şingalê birîneke kûr e li ser gewdê gelê Kurdistanê. Di vê karesatê de, xwişk û birayên me yên Êzidî ji ber Kurdbûn û bi sedema ol û bîr û baweriyên xwe, ketin ber êrîşa teroristan. Ew tawanên DAIŞê li dijî xwişk û birayên me yên Êzidî kiriye, berdewamiya wê zincîreya karesat û tawan bû ku di dirêjahiya dîrokê de li hember gelê Kurdistanê hatine kirin.

Di karesata komkujiya Şingalê de, cihê mixabiniyê ye ku tevî hebûna rêkeftina di navbera Herêm û Hikûmeta Iraqê de ji bo pêşeroj û birêvebirina Şingalê, hîn ew rêkeftin nehatiye cibicîkirin. Şingal di destê komek hêzên çekdaran de ye ku li pêş vegera xelkê û avedankirina Şingalê bûne rêgir. Pêngava yekem a dermankirina birîna Şingalê ew e, Şingal vegere destê xwediyên wê yên resen û ew hêz û mîlîşyayên ku destê xwe danîn ser wê, ji Şingalê derkevin û rêkeftina Şingalê bê cibicîkirin. Her wiha pêwîst e rêkarên wiha bêne girtin ku êdî careke din karesat, zulm û tawan li dijî Êzidiyan û pêkhateyên din dubare nebin.

Di vê bîranîna dilşewat de, şehîd û qurbaniyên Şingalê bi bîr tînin. Hevdem jî wan şehîd û Pêşmergeyên qehreman jî bi bîr tînin yên ku bi xwîna xwe çiyayê Şingalê parastin û dorpêça teroristan li ser çiyayê Şingalê şikandin û bajarê Şingalê jî ji destê teroristan rizgar kirin û di encamê de efsaneya DAIŞê şikandin û serê teroristên DAIŞê kete jêr pêyên Kurdên Êzidî.

Hezar silav li giyanê pak ê şehîdên Şingal û hemû şehîdên riya azadiya Kurdistanê

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 360 kes dît.
Rojanekirina Dawî:06:47:16
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x