Serok Barzani di peyamekê de armanca serdana xwe ji bo Almanyayê eşkere kir

Serokê Herêma Kurdistanê peyamek belav kir û tê de armanca serdana xwe ji bo bjararê Munich a Almanyayê ragehand.

17.02.2017, Cum - 06:59

Serok Barzani di peyamekê de armanca serdana xwe ji bo Almanyayê eşkere kir
Nuçe Belav bike

erokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di tora civakî xwe ya (Facebook) de ragehand ku:”Îro em ji bo berşdarbûna konferansa asayişa cîhanî ber bi bajarê Munich a Alamanyayê rêketin.”

Herwiha eşkere jî kir ku armanca serdana wî girîngîdan bi peywendiyan li gel hevpeymanane.

Li gor daxuyaniya serokatiya herêma Kurdistanê; îro 16.02.2017ê serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi armanca beşdarbûna li konferansa asayîşa cîhanî ya li bajarê Munich ya Almanyayê, li gel şandeyeke leşkerî û siyasî ya herêma Kurdistanê ve bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ve ber bi dervey Kurdistanê rê ketiye.

Herwaha li gel konferansê serok Barzanî li gel hejmarek rêveber û berpirsên siyasî yên welatên beşdar dê bicive.

Cîhê amajê ye ku di vê serdanê de sekreterê Partiya Sosyalîst a Demokratîk a Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd û endamê polîtburoya YNKê Şêx Cefer Şêx Mistefa û endamê polîtburoya PDKê Omer Osman, serokê dîwana serokatiya herêma Kurdistanê Dr. Fuad Husên, endamê encûmena rêveberiya PDKê Hêmin Hewramî û berpirsê bi vekalet ê wezareta Pêşmerge Enwer Hacî Osman di vê gerê de li gel serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî cîh digrin

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1579 kes dît.
Rojanekirina Dawî:17:42:59
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x