Hikûmeta Beasê dema sala 1968an hat ser desthilatê hewl da ku bi Kurdan re li hev bike.
Di encama gotûbêjên di navbera hikumeta Beasê û Kurdan de -wê demê Mele Mistefa Barzanî serokatî dikir- Peymana 11ê Adarê hat ragihandin.
Ev peyman ji 15 xalan pêk dihat, piştî du salan gotûbêj hatin kirin 11ê Adara 1970yî ji aliyê serokkomarê Îraqê yê wê demê Ehmed Hesen Bekir ve li Bexdayê hat xwendin.
Xala herî girîng peymanê naskirina mafê otonomiyê yê Başûrê Kurdistanê bû, her wiha hat qebûlkirin ku zimanê Kurdî li dibistanan bê xwendin.
Ev cara yekem bû ku hikumeta Îraqê bi awayê fermî ev maf dan gelê Kurd.
Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera vê peymanê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku ew berhema têkoşîna Pêşmerge û hemû beşên Kurdistanê ye.
Serok Barzanî da zanîn ku ew peyman destkefteke dîrokî û girîng a têkoşîna gelê Kurdistanê ya bi pêşengiya Mele Mistefa Barzaniyê nemir e.
“Cara ewil hikûmeta Îraqê hinek mafên Kurdan nas kirin”
Serok Barzanî bi bîr xist ku bi Peyman 11ê Adarê re cara ewil hikûmeta Îraqê hinek mafên Kurdan nas kirin û got:
“Ew derfet ji bo gelê Kurd hat ku kar li ser xwebirêveiberî, xurtkirina ziman û çanda xwe û dabînkirina aramiyê bike.
Ev rêkeftin, berhema têkoşîna Pêşmerge, kadroyên partî û hemû beşên Kurdistanê ya di Şoreşa Îlonê de bû.
Tê de ji bo qonaxên paşerojê yên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê dersên stratejîk û girîng hene û ew bû sedema bihêztirbûna doza rewa ya gelê Kurdistanê.”
Seok Barzanî spasiya kesên beşdarî Şoreşa Îlonê bûne kir û got:
“Di salvegera 55emîn a Peymana 11ê Adarê de, bi hezaran silav ji bo ruhê pak ê şehîdên Şoreşa Îlonê û hemû şoreşên Kurdistanê.
Ez spasiya xwe ji bo hemû Pêşmerge û têkoşerên Şoreşa Îlonê dikim ku bi serhildaneke bêrawestan û bi îsrar û hêza xwe ya pola, destkeftên mezin ji bo gelê xwe bi dest xistin.”