Serok Barzanî û Dr. Elî Qeredaxî paşeroja Kurdan li Sûriyeyê gengeşe dikin

Serok Barzanî û Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û pêdivîtiya piştbestina aliyên Sûriyeyê bi awayê aştiyane û diyalogê ji bo çareseriya arêşeyan gengeşe dikin.

06.05.2025, Sal - 17:44

Serok Barzanî û Dr. Elî Qeredaxî paşeroja Kurdan li Sûriyeyê gengeşe dikin
Nuçe Belav bike

Serok Mesûd Barzanî îro li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî kir.

Di wê hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî û dawî guhertinên deverê û paşeroja Kurdan li Sûriyeyê û pêdivîtiya piştbestina aliyên Sûriyeyê bi awayê aştiyane û diyalogê ji bo çareseriya arêşeyan li hev guhertin.

Her di wê hevdîtinê de, helsengandina erênî ji bo xwestek û pêngavên aliyên siyasî yên Tirkiyeyê hat kirin, ku wekî arasteya çareseriya aştiyane li Tirkiyeyê tên avêtin.

Rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn, herwesa ronahî berda ser pêngav û danûstandinên pêkanîna Kabîneya Dehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî.

 

Vî nûçeyê tevayî: 98 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:03:24
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x