Biryar e îro Sêşemê (26.11.2019), Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biçe Silêmaniyê û aliyên siyasî kom bike daku yekdeng û yekhelwest bin ji bo avakirina gotareke hevbeş a Kurdistanî.
Di wê serdanê de, herdu cîgirên Serokê Herêma Kurdistanê Ceifer Şêx Mistefa û Mistefa Seyid Qadir jî beşdar dibin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, saet 11.00 Nêçîrvan Barzanî û cigirên wî, dê biçin navenda Tevgera Goranê li girê Sergete û piştre dê li mala Cîgere Sekreterê Giştî yê Yakîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Kosret Resûl li gel Polîtbîroya YNKê bicive.
Armanca seredana Serokê Herêma Kurdistanê bo Silêmaniyê, civîna li gel aliyên siyasî bi taybetî YNKê û Goran e, ji bo yekxistina helwesta Herêma Kurdistanê li beramberî guhertin û bûyerên ku li Iraqê û navçeyê çêdibin.
Hevdem gotûbêjê li ser civîna dawî ya li gel aliyên Iraqê dikin, ku 18ê vê mehê li Bexda li mala Emar Hekîm hatibû lidarxistin.