Çavkaniyekê ji Serokkomariya Îraqê ji ajansa Rûdawê re ragihand, îro Serokkomarê Îraqê Dr. Letîf Reşîd dê yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze bike.
Li gorî zanyariyên Rûdawê Dr. Letîf Reşîd dê saet 11:00an li Koşka Serokkomariyê yasayê îmze bike.
Her wiha yasa piştre dê di Rojnameya Fermî ya Îraqê de bê weşandin. Bi vê yekê Helebce dê bibe çaremîn parêzgeha Herêma Kurdistanê û nozdehemîn parêzgeha Îraqê.
Doh Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê Dr. Şaxewan Ebdulah ji ser hesabê xwe yê Facebookê ragihand: "Me îro yasaya pêkanîna parêzgeha Helebceyê şand Serokatiya Komarî".
Pêvajoya parêzgehbûna Helebceyê
Helebce, bi biryara ku 13ê Adara 2014an ji aliyê Parlamentoya Kurdistanê ve hatiye girtin, bi fermî wekî parêzgeha çaremîn a Herêma Kurdistanê hat naskirin.
Wê pêvajoyê sala 2013an ji aliyê Serokwezîrê wê demê yê Herêma Kurdistanê û Serokê niha yê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ve dest pê kir.
Lê belê nakokiyên siyasî yên bi Suniyan re û hinek sedemên din, erêkirina projeyasayê li parlamentoya Îraqê dereng xist.(Rudaw)