Serokkomarê Iraqê Letîf Reşîd îro pêş nîvro yasaya parêzgehbûna Helebceyê îmze kir.
Piştî îmzekirina ji aliyê Serokkomarê Iraqê ve, yasa dê ji Wezareta Dadê re were şandin û dû re di rojnameya fermî ya Iraqê (Waqî) de were weşandin.
Parlamentoya Iraqê roja 14ê Nîsana 2015an, bi piraniya dengan projeyasaya parêzgehbûna Helebceyê pejirandibû.
Parêzgara Helebceyê bi wekalet Nuxşe Nasih jî got: “Ev ji bo xelkê Helebceyê rojek dîrokî ye, em spasiya hemû kesên ku di vê yekê de rol lîstine, dikin û em spasiya Serok û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê dikin.”
Parêzgara Helebceyê her wiha got: “Yekhelwestiya partiyên siyasî, berhema wê parêzgehbûna Helebçeyê û aramiya malbatên şehîdan bû.”
Nuxşe Nasih got jî: “Em hêvî dikin ku aliyên siyasî ji bo bidestxistina hemû mafên gelê Kurd, helwestek yekgirtî bigirin.”