Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Şêwirmendê Almanyayê yê nû dike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîrozbahiyê li Friedrich Merz dike, ku wekî Şêwirmendê Almanyayê yê nû hatiye hilbijartin.

07.05.2025, Çar - 10:20

Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahiyê li Şêwirmendê Almanyayê yê nû dike
Nuçe Belav bike

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî doh (Sêşem, 06.05.2025) li ser hejmara xwe ya tora civakî ya Xê di peyamekê de pîrozbahî li Şêwirmendê Almanyayê yê nû Friedrich Merz kir.

Di peyama Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Ez piştrast im ku serkirdetiya we derfetên nû ji bo bihêzkirina hevpariyên navbera Herêma Kurdistanê û Almanyayê çê dike.”

Piştî bidestxistina 325 dengên endamên perlemanê, Serokê Partiya Parêzgerên Almanyayê Friedrich Merz îro (Sêşem, 06.05.2025) bû Şêwirmendê Almanyayê yê nû.

 

Vî nûçeyê tevayî: 100 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:42:33
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x