Sılêmanî: 6 kes li mala xwe hatin kuştin

Li gundê Girêjeyê yê bajarokê Seyidsadiqê yê Silêmaniyê 6 kes li mala xwe hatin kuştin.

20.03.2025, Per - 10:36

Sılêmanî: 6 kes li mala xwe hatin kuştin
Nuçe Belav bike

Her 6 jî bi guleyan hatine kuştin û Nûçegihanê Rûdawê diyar kir ku "Bi kalaşînkofê hatine kuştin".

Bûyerê şeva borî di navbera saet 23:30 û 00:00ê şevê de rû da.

Hîn bi zelalî nayê zanîn bê ma kujer kî ye lê qala wê tê kirin ku yek ji endamên malbatê kujer e.

Yên ku hatine kuştin dê û bav, du bira û du xwişk in.

Termên wan piştî kar û barên li Tiba Dadî ya Silêmaniyê li gundê wan hatin veşartin.

Kesekî xizmê wê malbatê ji ajansa Rûdawê re got:

"Li gorî agahiyên me, di nav malbatê de şer derketiye û ew kuştin jê çêbûye, tiştê ku heta niha em pê dizanin ev e."

Li gorî gotina kes û karên malbatê, "Kurekî wê malê ku li Ewropayê jiyaye, piştî ku vegeriyaye malê ew kuştine û paşê jî xwe kuştiye."

Bavê malbatê ji dilê xwe hatiye emeliyatkirin û nexweşê nava nivînan bûye.

Heya niha sedema rast a bûyerê nayê zanîn û polîsan ti agahiya zelal belav nekiriye.

Navê wan kesên ku di bûyerê de hatine kuştin wiha ne:

Salar Mihemed

Yara Salar

Sîma Salar

Nihayet Qadir Salih

Sehend Salar

Beşîr Salar

 

Vî nûçeyê tevayî: 174 kes dît.
Rojanekirina Dawî:11:34:51
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x