Silêmanîye: Nasnameyên qurbaniyên êrişa dronê diyar bûn

Ew otomobîla ku doh li Pênciwêna Silêmaniyê ji aliyê dronekê ve hatibû bombebarankirin ya endezyarekî Kompanyaya Asiacellê ye û sê kesên ku hatine kuştin sivîl in.

12.08.2023, Cts - 18:40

Silêmanîye: Nasnameyên qurbaniyên êrişa dronê diyar bûn
Nuçe Belav bike

Doh li ser rêya nahyeya Nalparêzê ya Silêmaniyê dronekê otomobîlek bombebaran kir û 3 kesên tê de canê xwe ji dest da.

Di encama otopsiya ku îro li Morga Tiba Edlî hat kirin de, derekete holê ku kesên di otomobîlê de jiyana xwe ji dest daye Hesen Ehmed, Ziyad Mistefa û keça wî Reyan Ziyad e û ew bi eslê xwe Erebên Mûsilî ne.

\"Mamoste bû û xelkê Musilê bû\"

Birayê yekî ji qurbaniyan Nizar Hesen, ji Rûdawê re got:

“Birayê min Ehmed Hesen li Duhokê endazyarê Kompanyaya Asiacellê bû û ew kesê din jî mamoste bû û xelkê Musilê bû.

Kesa din jî keça wî mamosteyî bû û ew ber bi Îranê ve diçûn. Birazî û keça wî mamostayî li Îranê li koleja bijîşkî xwendekar bûn û ew çûne wan bînin û di dema vegerê de dronê li wan daye.”

Nizar Hesen herwiha diyar kir ku heta niha jî ew nizanin sedema armancgirtina wan çi ye.

Bi gotina Hesen birayê wî ti karekî din ji bilî karê endezyariyê nekiriye.

Ji aliyê din ve Rêvebirê Kompanyaya Asiacellê yê Duhokê Besam Seyîd jî ji Rûdawê re tekez kir ku Hesen Ehmed li kompanyaya wan endezyar bû.

Besam Seyîd herwiha da zanîn ku Hesen Ehmed ji sala 2012an bi wan re dixebitî û ew pêştir li Mûsilê bû.

Niha cenazeyên her sê qurbaniyan li Morga Tiba Edlî ya Silêmaniyê tên ragirtin û dê piştî karûbarên yasayî li Mûsilê bên veşartin.

Nûçegihanê Rûdawê yê li Silêmaniyê Horvan Rifat jî diyar kir ku her sê kesên navborî welatiyên sivîl bûn û derbarê nasnameya wan de wiha got:

“Hesen Ehmed sala 1974an li Mûsilê ji dayîk bûye. Ew berê wekî endezyar li şaxê Mûsilê ya Asiacellê dixebitî. Ji sala 2011an ve li şaxê wê kompanyayê yê Duhokê dixebite.

Bi malbata xwe re li Duhokê dima. Kesî din hevalê wî Ziyad Mistefa ye, bi eslê xwe Ereb e û li Mûsilê tomarkirî ye. Ya din jî Reyan Ziyad, keça Ziyad Mistefa ye.”

Roja çarşemê li ser rêya Dûkan-Xelekanê jî otomobîleke ku 2 kes tê de bûn bû armanca firokeyên bê firokevan û kesekî tê de canê xwe ji dest da.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 177 kes dît.
Rojanekirina Dawî:08:30:37
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x