Taxa Cihûyan û gundekî Zaxoyê hatin valakirin

Gundekî Zaxoyê ji ber barana zêde hat valakirin.

20.03.2024, Çar - 12:09

Taxa Cihûyan û gundekî Zaxoyê hatin valakirin
Nuçe Belav bike

Pêla barîna baranê li Herêma Kurdistanê berdewam dike.

Nûçegihanê Rûdawê ragihand ku li Zaxoyê ji ber barana zêde ava Çemê Xabûrê rabû.

Xerîb Mecîd diyar kir ku Gundê Çerm Sîrmoyê yê Zaxoyê ji ber ku ava Xabûrê rabû, hat valakirin.

Her wiha nûçegihanê da zanîn ku ji ber lehiyê malên xelkê Gundê Çerm Sîrmoyê bi temamî di bin avê de mane.

Herwiha li navenda Zaxoyê jî ji ber lehiyê hin malên din bin avê de man.

Rêveberiya Parastina Sivîlan a Zaxoyê ji Rûdawê re ragihand ku heya asteke zêde ava Xabûrê rabûye û zerer li hinek mal û taxan bûye.

Rêveberiya Parastina Sivîl a Zaxoyê herwiha da zanîn ku ji sedî 95ê taxa Cihûyan hatiye valakirin.

Hat zanîn ku zêdeyî 355 kesan jî hatine rizgarkirin.

Duh şev jî ji ber barana zêde piştî bilindbûna Çemê Xabûrê Pira Şehab a dîrokî ya li taxa Serê Gundikê rûxiyabû.

Li gorî zanyariyên asta ava Çemê Xabûrê 5 metreyan bilind bûye.

Li hêla din, duh li Dihokê ji ber lehiyê 3 kesan canê xwe ji da.

Vî nûçeyê tevayî: 311 kes dît.
Rojanekirina Dawî:22:16:17
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x