Xelkê Silêmanî û Helebçe: PKK bi fermana dijminan tevgerê dike..Cihê xebata wan Bakur e

Piştî ku PKK li Xanesorê êrişî Hêzên Pêşmerge kir û çekdarên wê li navçeyên Başûrê Kurdistanê pirsgirêkan derdixin, welatiyên Silêmanî û Helebçe dibêjin PKK bi destê derve û destê dijminan tvgerê dike û ji bo derxistina aloziyan li Şingalê bicîh bûye.

06.03.2017, Pts - 11:52

Xelkê Silêmanî û Helebçe: PKK bi fermana dijminan tevgerê dike..Cihê xebata wan Bakur e
Nuçe Belav bike

Rojnamevan Serbest Menmî ji Silêmaniyê ji malpera KDP.info re ragihand: “Çekdarên PKKê bûne bela û serêş ji Hikûmeta Kurdistanê û welatiyên Başûrê Kurdistanê re, lewma jî ez wek rojnamevanek daxwaz ji wan dikim ku ji hemû navçeyên Başûrê Kurdistanê derkevin, da ku careke din nebin serêşî. Hebûna PKK li Şingalê tenê ji bo rêgiriya li avedankirina Şingalê ye û ji bo ku nehêlin Kurdên Êzdî vegerin ser mal û warên xwe. Divê PKK jibîr neke dema Hêzên Pêşmerge çûn Kobanî û piştî rizgarkirina wî bajêrî vegeriyan Başûrê Kurdistanê, lewma jî niha karê PKK li Şingalê nemaye û pêwîst e vegerin cihê ku jê hatine.”

Çalakvanê sivîl Bêstûn Beşaretî ji Silêmaniyê ragihand: “PKK hatiye Şingalê da ku wê navçeyê dagîr bike, êdî eşkere bû ku ew ne ji bo alîkariya Kurdên Êzdî hatibûn navçeyê. Bi xwe tiştekî eşkere ye jî ku PKK bi destê dijminên Kurdan tevgerê dike û hatiye biçekirin, eger mebesta wan xebat be, bila herin Bakurê Kurdistanê xebatê bikin.”

Kesek ji malbata şehîdan bi navê Nûredîn Belxeyî ji Helebçe ragihand: “Divê PKK ji navçeyên Başûrê Kurdistanê derkeve, nabe em bihêlin PKK dîsa şerê birakujiyê bîne serê me. Niha tenê dema wê yekê ye ku bi rêberatiya Serok Barzanî em pêngavan ber bi serxwebûnê ve bavêjin. Ew PKKeya ku ala Kurdistanê dişewitîne û şer çêdike, divê ji Şingalê bê derxistin, ji ber ku kar û helwestên wan tenê dikevin berjewendiya dijminên Kurdan de.”

Welatî Nasih Xargêlanî ji Helebçe ji malpera KDP.info re ragihand: “Divê PKK wê yekê baş zanibe ku parastina Başûrê Kurdistanê ji Hêzên Pêşmerge tê xwestin, ne ji PKK. Ew hatine xwe bi ser Şingalê de feriz bikin. Li nava Başûrê Kurdistanê Hêzên Pêşmerge dikarin li her derê tevgerê bikin û PKK nikare rê li wan bigire. Divê êdî PKK fêm bike û ji navçeyê derkeve. PKK çavê wê bi serkeftinên Hêzên Pêşmerge bar nabe û dizane ku Kurdistan ber bi serxwebûnê ve diçe, lewma pirsgirêk û aloziyan derdixe.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 1428 kes dît.
Rojanekirina Dawî:18:25:06
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x