Keçeke Kurd di Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî de bû yekem

Keçeke Kurd di Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî de ku li Îranê de bi rê ve çû, bû yekem.

02.10.2023, Pts - 08:11

Keçeke Kurd di Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî de bû yekem
Nuçe Belav bike

Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî li bajarê Mazenderanê yê Îranê bi rê ve çû.

Keçeke Kurd a 13 salî ya ji bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê di beşa zarokan de pileya yekem bi dest xist.

Aylîn Delayî Mîlanê ji ajansa Rûdawê re ragihand ku ew 3 sal in karateyê dike û cara yekem e beşdarî şampiyoniyeke navdewletî dibe.

Aylîn Delayî Mîlan ji bajarê Makûyê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ye û li bajarê Amûlê yê parêzgeha Mazenderanê ya Îranê dijî.

Wê di beşa pêşbirkê de pileya yekem û di beşa performansê de jî di nav 94 werzişvanan de pileya duyem bi dest xist.

Şampiyoniya Karateyê ya Navdewletî bi beşdariya 700 lîstikvanên mêr û 2 hezar û 600 lîstikvanên jin hat kirin.

Werzişvan ji Îran, Rojhilatê Kurdistanê, Îraq, Herêma Kurdistanê, Srîlanka, Sirbistan û Efxanistanê bûn.

Pêşbirk rojên pêncşem û înê li bajarên Babulser û Fereydûn Kenariyê yên parêzgeha Mazenderana Îranê bi rê ve çû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 596 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:11:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x