Li bajarê Sine 4 kes ji ber bilindkirina alaya Kurdistanê hatin girtin

Li gundekî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, 4 kes ji ber bilindkirina alaya Kurdistanê hatin girtin.

21.09.2017, Per - 10:23

Li bajarê Sine 4 kes ji ber bilindkirina alaya Kurdistanê hatin girtin
Nuçe Belav bike

Li gorî nûçeya ku malpera BasNewsê de cih digire tê gotin ku, duh pasdarên Îranê ketin nav gundê Mêraw li devera Jawero ya Sine û 4 kes girtin.

Hat zanîn ku ew welatî bi hêceta bilindkirina alaya Kurdistanê hatine girtin.

Wan welatiyên Rojhilatî, bo nîşandana piştevaniya xwe li hember referandoma serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê alaya Kurdistanê bilind kiribûn.

Dîsa çend roj berê jî 5 kes li heman gundî û bi heman tohmetê hatibûn girtin.

basnews
Vî nûçeyê tevayî: 1517 kes dît.
Rojanekirina Dawî:10:35:28
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x