Li bajarê Urmiyê lehî rabû; Kesekî canê xwe ji dest da

Ji ber barîna baranê li navçeya Xoyê ya bajarê Urmiyê lehî rabû û di encamê de kesekî canê xwe ji dest da, herwiha lehiyê zirarek mezin gihand sektora çandinî û ajeldariya navçeyê.

17.07.2023, Pts - 11:13

Li bajarê Urmiyê lehî rabû; Kesekî canê xwe ji dest da
Nuçe Belav bike

Li gor agahiyan, lehî li bajarokê Fîrureqê yê ser bi navçeya Xoyê ve çêbûye.

Qaymeqamê Xoyê, Zebîhullah Kazimî ji medyaya fermî ya Îranê re ragihandiye, roja Yekşemê 16ê Temûzê piştî nîvro li bajarokê Fîrureqê baraneke gur bariye û ji ber wê yekê lehî rabûye.

Bi gotina Qaymeqamê Xoyê, di encama lehiyê de kesekî canê xwe ji dest daye ku xelkê Fîrureqê ye.

Zebîhullah Kazimî diyar kir, lehiyê li navçeyê zirareke mezin gihandiye sektora çandiniyê û ajeldariyê û bi kêmanî 100 serî pez û dewar mirar bûne.

Ji ber lehiyê, li gundên Mîrî Kendî û Axasî 8 malên welatiyan ketine bin avê, herwiha elektrîka herdu gundan qut bûye.

Rêyên her du gundên Mîrî Kendî û Axasî jî bi sedema lehiyê hatibû girtin, ku îro piştî hewldanên tîmên ser bi îdareya rêyan ve hatin vekirin.

Medyaya Îranê belav kiriye, ku tîmên hawarçûnê û herwiha ekîbên Heyva Sor a Îranê li cihên lehiyê amade bûne û kon û pêwîstiyên sereke yên jiyanê li ser mexdûran belav kirine.

Her sal di werza havînê de li navçeyên bakurê parêzgeha Urmiyê baran dibare û piraniya caran ew baran dibin sedema lehiyan.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 399 kes dît.
Rojanekirina Dawî:01:35:27
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x