Li Baneyê kolberek hat kuştin û li Newsûdê jî kolberek bi krîza dil mir

Li bajarê Baneyê kolberê bi nave Soran Ebdî ji aliyê hêzên Îranê ve hat kuştin û kolberê bi navê Mihemed Bayer Mihemediyê Ciwanroyî jî di dema kolberiyê de bi krîza dil canê xwe ji dest da.

25.03.2024, Pts - 14:43

Li Baneyê kolberek hat kuştin û li Newsûdê jî kolberek bi krîza dil mir
Nuçe Belav bike

Roja yekşemê hêzên ewlehiyê yên Îranê li herêma Hengejaliyê gule li hejmarek kolberan reşandin.

Kolberê bi navê Soran Ebdiyê 22 salî birîndar bû.

Ew di dema veguhastina nexweşxaneyê de ji ber birîna xwe ya giran canê xwe ji dest da.

Herwiha roja yekşemê kolberê bi navê Mihemed Beyar Mihemediyê 48 salî ku ji gundê Zêrranê yê Ciwanroyê ye bi krîza dil canê xwe ji dest da.

Li gorî zanyariyan kurê Mihemed Beyar Mihemediyê bi navê Mîlad Mihemedî 15 salî ye roja înê di dema kolberiyê de li heman herêmê ji çiyê dikeve û bi giranî birîndar dibe ku niha li nexweşxaneya Ciwanroyê tê tedawîkirin.

Ji Newroza 2024an heta niha 3 kolberan canê xwe ji dest daye û 2 kolber jî bi guleyên Îranê hatine kuştin û yek jî bi krîza dil miriye.

Li gorî amarên rêxistinên mafê mirovan sala 2023yan li ser sînorê Îran û Rojhilatê Kurdistanê 32 kolber hatine kuştin û 307 kolber jî birîndar bûne û aqûbeta 2 kolberan jî nayê zanîn.

Vî nûçeyê tevayî: 515 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:32:19
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x