Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hat kuştin

Li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kolberekî xelkê bajarê Baneyê yê bi navê Ehwen Deştî li navçeya sînorî ya Hengejalê ya vî bajarî bi guleyê hêzên pasevanên sînor ên Îranê hat kuştin.

05.12.2023, Sal - 11:20

Li Rojhilatê Kurdistanê kolberekî din hat kuştin
Nuçe Belav bike

Li gor zanyariyên xwecihî, hêzên pasevanên sînor ên Îranê li navçeya sînorî ya Hengejalê ya Baneyê gule berdane hejmarek kolberên Kurd.

Di encamê de kolberekî bi navê Ehwen Deştî yê 28 salî ku xelkê gundê Mîredê yê Baneyê hat kuştin.

Bi vê haletê, hejmara kolberên ku di 9 mehan de tenê li sînorê bajarê Baneyê hatine kuştin, gihîşte 17 kesan.

Li gorî rapora Kolber Newsê, di 70 rojên borî de 9 kolber li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên ewlehiyê yên Îranê de hatine kuştin û 145 kolberên din jî birîndar bûne.

Piraniya wan kesan li navçeyên sînorî yên Hengejalê ya bajarê Baneyê ya parêzgeha Sineyê û sînorê Newsûdê yê parêzgeha Kirmaşanê gule li wan hatiye reşandin.

Hikûmeta Îranê di demên borî de sê deriyên taybet ji bo kolberiyê li parêzgehên Sine û Kirmaşanê vekirin.

Li gorî berpirsên wan parêzgehan, ew hewl didin hin deriyên din jî vekin lê belê li wan deriyan tenê rê bi hawirdekirina hin kelûpelan tê dayîn.

Kolber ji ber bêkariya li Rojhilatê Kurdistanê, kelûpelan li ser pişta xwe li beramber pereyekê dibin Rojhilatê Kurdistanê.

Wezareta Karên Navxwe ya Îranê berê hişyarî dabû ku nabe ti kes bi awayekî ne yasayî ji sînoran derbas bibe.

Herwiha Cîgirê Fermandariya Polîsê Îranê Qasim Rizayî roja 22yê Çiriya Pêşîna 2023yan çûbû serdana bajarê Paweyê yê Kirmaşanê.

Qasim Rizayî li wê derê gotibû “Kolberî karekî ne yasayî ye û eger çûnûhatinên ne yasayî li ser sînoran hebin, hêzên pasevanên sînor dê rûbirûyî wan bibin.”

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 225 kes dît.
Rojanekirina Dawî:04:47:04
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x