Li bajarê Koyeştê yê parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê 8 kes di bîreke ku ji bo çandiniyê dihat bikaranîn de xeniqîn.
Li gorî zanyariyan kesek ket bîra ava çandiniyê û 7 kesên din ên merivên wî xwest wî rizgar bikin lê her 8 kes jî ji ber nebûna oksîjenê ya di birê de xeniqîn.
Qaymeqamê bajêr dibêje, hemû xizmên hevdû ne.
Bûyer doh êvarî li bajarokê Konanê yê bajarê Koyeştê yê parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê qewimî.
Kesên xeniqîne xizmên hevdû ne
Li gorî agahiyan, kesê yekem ketiye nav bîra çandiniyê û ji ber gazê rûbirûyê tengenefesiyê bûye û heft kesên din jî li pey hev ji bo rizgarkirina wî û kesên xwe berdane nav bîrê lê ji ber kêmbûna oksîjenê nikarîne vegerin.
Hin ajansên medyaya Îranê behsa xeniqîna 7 kesan dikin lê Qaymeqamê Koyeştê Murad Nasirî, mirina her 8 kesan piştrast kir û got, "Diyar bûye ku her 8 kes xizmên hev bûne."
Murad Nasirî, navê wan her 8 kesan bi vî rengî ragihand, "Turej Muradî, Îrej Muradî, Yûsif Muradî, Sasan Muradî, Îrej Kazimiyan, Yûnis Melikî, Yûsif Melikî û Fethula Baqirî."
Bîra çandiniyê nêzîkî 50 metreyan kûr bûye û tê gotin ku ji ber gazekê, asta oksîjenê nêzîkî sifirê bûye.
Navenda Kontrola Krîzan a Loristanê li ser bûyerê da zanîn, kesê yekem ji ber têkçûna amûra avdana bîrê ketiye xwarê û tûşî tengenefesiyê bûye, 7 kesên din jî bi dorê û ji bo rizgarkirina wî û kesên din çûne nav bîrê.
Tîmên parastina sivîlan şeva borî dest bi derxistina wan welatiyan kir û danê sibêhê jî cenazeyên hemûyan hatin derxistin.