Loristan; Di salekê de 17 karkeran canê xwe ji dest dane

Rêveberiya Pizîşkiya Dadê (Tiba Edlî) ya parêzgeha Loristanê li Rojhilatê Kurdistanê dibêje, par 17 karkeran ji ber bûyerên kar canê xwe ji dest dane û 707 kes jî birîndar bûne.

03.07.2023, Pts - 05:41

Loristan; Di salekê de 17 karkeran canê xwe ji dest dane
Nuçe Belav bike

Rêveberê Pizîşkiya Dadê ya Loristanê, Mihemed Riza Farsînijad got, ew 17 kes an di dema kar de canê xwe ji det dane, yan ji avahiyên bilind ketine yan tiştekî hişk li wan ketiye û bûye sedema mirina wan.

Mihemed Riza Farsînijad diyar kiriye, hemû ew kesên di bûyeran de canê xwe ji dest dane zilam bûn, lê ji 707 kesên birîndar bûne 35 ji wan jin in.

Ev hejmar tenê yên wan bûyeran in ku bi fermî ji aliyê Pizîşkiya Dadê ya Loristanê ve hatine tomarkirin.

Li gor biryara Rêveberiya Kar a Îranê, divê xwediyên kar kelûpelên parastinê ji bo karkeran peyda bikin, lê gelek caran ew kes pabendî rêkaran nakin.

Herwiha par li Loristanê 24 kes xeniqî ne ku 6 kes ji wan jin bûne, 15 kes jî ji ber pirsgirêka gaza malan canê xwe ji dest dane.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 419 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:17:22
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x