Medyaya artêşa Îranê bêrêzî li Alaya Kurdistanê kir

Medyaya Supaya Pasdaran a Îranê raporek li ser bûyerên vê dawiyê yên li Urmiyeyê belav kir û di beşekeê de alaya Kurdistanê wekî “alaya sexte ya Herêma Kurdistanê” bi nav dike.

27.03.2025, Per - 10:26

Medyaya artêşa Îranê bêrêzî li Alaya Kurdistanê kir
Nuçe Belav bike

Ajansa Tesnîmê ya Îranê ya ku Supaya Pasdaran a Îranê ye di raporekê de behsa bûyerên li bajarê Urmiyeyê yê Rojhilatê Kurdistanê kir û bêrêzî li Alaya Kurdistanê kir.

Ajansa Tesnîmê ya Îranê di raporê de got:

“Belavbûna bangeke bê bingeh a li çend rûpelên torên civakî yên Kurdî ku navenda meha Adarê hatiye belavkirin, hin çalakvanên sivîl ên Kurd û yên li Herêma Kurdistanê (partiyên Rojhilat) hewl da ku rewşa aram a parêzgeha Urmiyeyê têk bidin.”

Rapora Tesnîmê behsa pîrozbahiya Newrozê yê li Urmiyeyê kir ku roja 18ê Adarê hat lidarxistin.

Di raporê de hat ragihandin:

“Komek kes ji parêzgeha Sineyê beşdar bûn. Di nava ahengê de alaya sexte ya Herêma Kurdistanê hat bilindkirin û hinek keçik li wir amade bûn ku cil û bergên wan ji wê alayê hatibû çêkirin.

Piştî wê merasimê, komek kesên cihêkar ku ji welatên Îraq û Tirkiyeyê hatibûn teşwîqkirin ji her du aliyan, yanî Azerî û Kurd, hewl da ku bajêr têk bidin û tevliheviyê çêbikin.”

Piştî pîrozbahiya Newrozê ya li Urmiyeyê 22yê Adarê hejmarek Azerî yên ku beşdarî merasîna şîna Hezretî Elî bûn, li dijî Kurdan dirûşm gotin û wekî gef gopal bilind kirin.

Ew ji wê rewşê nerazî bûn ku çalakvanên Kurd 18ê mehê li bajarê Urmiyeyê, pîrozbahiyeke mezin a Newrozê bi beşdariya bi dehan hezar kesan li dar xistibûn.

Birêvebirê Polîsê parêzgeha Urmiyeyê Rehîm Cehanbexş 24ê Adarê ragihand ku 22 kes ji wan kesên ku di merasîna şîna Hezretî Elî de, roleke wan a sereke di bêrêzî û aloziyan de hebûye, hatine desteserkirin.

Li Rojhilatê Kurdistanê hejmarek çalakvan ji ber pîrozbahiya Newrozê hatine desteserkirin.

 

Vî nûçeyê tevayî: 188 kes dît.
Rojanekirina Dawî:00:38:25
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x