Îranê 4 ciwanên Kurd ên siyasî bidarve kirin

Desthilata Dadwerî ya Îranê 4 welatiyên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê ku hemû girtiyên siyasî bûn, bidarve kirin.

29.01.2024, Pts - 05:44

Îranê 4 ciwanên Kurd ên siyasî bidarve kirin
Nuçe Belav bike

Malpera Desthilata Dadwerî ya Îranê 29ê Çileya 2024an ragihand, cezaya bidarvekirinê li ser 4 kesên bi navê Muhsen Mezlum, Mihemed Feramerzî, Wefa Azerbar û Pijman Fatehî îro demjimêr 05:00 li zîndana Qizilhesarî hat cibicîkirin.

Her yek ji Muhsen Mezlûm 27 salî û ji Mahabadê ye, Mihemed Feramerzî 28 salî û ji bajarokê Dewlan ê parêzgeha Sine ye, Wefa Azerbar 26 salî û ji Bokanê û Pijman Fetehî 29 salî û ji bajarê Kamêran ê Rojhilatê Kurdistanê ye.

Li gorî zanyariyên Rêxistina “Hengaw” a Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, ew her 4 ji 19 mehan ve girtî ne û ji mafê parêzeriyê bêpar bûn. Tenê duhî 28 Çile ji bo cara yekem û dawî rê ji malbata wan hat dayîn ku kurên xwe li zîndana Ewîn a Tehranê bibînin û piştre rasterast ji bo cibicîkirina cezaya bidarvekirinê, ji bo zîndana Qizilhesarê ya bajarê Kerecê hatin veguhastin.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 219 kes dît.
Rojanekirina Dawî:21:30:43
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x