Îranê xortekî 20 salî bi dizî daleqand

Îranê, li bajarê Hemedanê Mîlad Zohrewendê 20 salî îdam kir ku tevî xwepêşandanên Jîna Emîniyê bûbû.

24.11.2023, Cum - 13:03

Îranê xortekî 20 salî bi dizî daleqand
Nuçe Belav bike

Çavkaniyên ku BBC Farisiyê re axivîn ragihand ku Mîlad Zohrevand doh serê sibehê li girtîgeheke Hemedanê bi dizî hatiye daleqandin.

Heman çavkaniyan da zanîn ku malbatê heta niha jî cenazeyê kurê xwe wernegirtiye.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, rayedarên Îranê xebera îdamê nedaye malbatê û herwiha wan destûr nedaye ku Mîlad Zohrewend malbata xwe jî bibîne.

Heta niha jî saziyên fermî yên Îranê li ser vê mijarê ti daxuyanî nedane.

Keça Kurd Jîna Emîniyê Îlona 2022yan di çavdêriya polîsên Îranê de canê xwe ji dest dabû.

Piştî vê li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên mezin hatibûn lidarxistin.

Mîlad Zohrewend 27ê Çiriya Pêşîna 2022yan li bajarê Melayêrê di xwepêşandanekê de hatibû girtin.

Mîlad Zohrewend bi kuştina Elî Nezerî tê tawanbarkirin ku endamekî hêzên ewlehiyê yên Îranê bû.

Nerina Azad
Vî nûçeyê tevayî: 326 kes dît.
Rojanekirina Dawî:12:48:18
Ji vî neweşînê ra tu şirove nehatîye nivîsandin! Tu dixwazî şiroveya ewil binivîsî?
Nerina Azad
x